Dayikên Şemiyê hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin xwestin biçin Qada Galatasarayê, di hefteya 970'emîn de bi îşkence û kelepçekirinê hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Dayikên Şemiyê ev 28 sal in ji bo li aqubeta xizmên xwe bipirsin li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar dixin. Dayikên Şemiyê tevî astengiyên polîsan jî, di hefteya 970'ê ya çalakiya 28 salan de ber bi Galatasarayê ve meşiyan. Parlamentera HEDEP’ê ya Stenbolê Kezban Konûkçû û rêveberên HEDEP’ê û gelek kesan piştevanî da Dayikên Şemiyê. Tevî biryara "binpêkirinê" ya Dadgeha Makeqanûnî jî ketina Dayikên Şemiyê ya Qada Galatasarayê ji aliyê qeymeqemtiya Beyogluyê ve hat astengkirin. Polîsên ku destûr nedan çalakiyê, hemû kuçe û kolanên derdora qadê dorpêç kirin û bi bariyeran girtin. 

Polîsan, Dayikên Şemiyê dorpêç kirin û nehiştin bimeşin qadê. Polîsan di dorpêçê de li dayikan û parêzvanên mafên mirovan dan. Rojnamevanên xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî ji derdorê hatin dûrkirin. 

Zêdetirî 20 kesan hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê-Mirovên Şemiyê di nav dorpêça polîsan de ji paş ve hatin kelemçekirin û binçavkirin. Polîsan xwest parlamenter Kezban Konûkçû ji derdorê dûr bikin. Parlamenter Kezban Konûkçû bertek nîşanî astengî û helwesta polîsan da û got: “Ez li vir îşkenceyê, binçavkirinê çavdêr dikim, lê bi darê zorê min ji vir dûr dikin. Tevî ku ez parlamenter im û nikarin dest bidin min jî lê dîsa hewl dan min dûr bikin.” 

Ji 20 kesî zêdetir Dayik û Mirovên Şemiyê hatin binçavkirin û li wesayîtên binçavkirinê siwar kirin. Binçavkiriyan di hundirê otubusê de tiliyên serkeftinê nîşan dan.