Dayîkên Şemiyê hatin binçavkirin

Çalakiya Dayikên Şemiyê li qada Galatasaray ya Stenbolê di 960’an de hate astengkirin û dayîkên şemiyê bi kelebçeya ters hatin binçavkirin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di çalakiya xwe a hefteya 960’emîn de li Qada Galatasarayê hatin ba hev û çalakiya xwe li darxistin.

Li rûxmê ku biryara dadgeha destura Bingehîn (AYM) ya ‘binpêkirinê’ ev 20 hefteye ketina Dayik-Mirovên Şemiyê ya qada Galatasarayê tê astengkirin. Di çalakiya vê heftiyê de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Mûsa Pîroglû bejdar bûn û piştgirî dan Dayikên Şemiyê.

Rojnameger hatin dûrxistîn, hemwelatî hatin astengirin

Wek her hefteyê polîsan li ser daxwaziya Qeymeqamiya Beyoglûyê ‘qedexe’ hincet nîşan da û çalakiyê asteng kir. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan li ser Cadeya Îstîklalê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Tevî hemû astengî û dorpêçan jî Dayikên Şemiyê meşiyan. Ji aliyê polîsan ve bi mertalan pêşiya Dayîkên Şemiyê  xistin dorpêçê, rojnemgerên ku xwestin dîmen bigrin ji qadê hatin dûrxistin.

Gelek welatiyên derdorê nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan dan. Welatiyên xwestin dîmen û wêneyan bi telefona xwe astengiyê bigirin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Bi kelebçeya ters binçavkirin

Dayik-Mirovên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan li vêderê bi kêliyan dibin dorpêçê de hatin hiştin û ji aliyê polîsan ve bi kelebçeya ters hatin binçavkirin. Ên ku helwest nîşanî binçavkirinan dan rastî heqaretên polîsan hatin. Polîsan Mirovên Şemiyê li wesayîtên binçavkirinê siwar kirin û bi lez û bez birin emniyetê. Hat zanîn ku 21 kes hatine binçavkirin.