Dayîkên Şemiyê: Ew bi salane cejn pîroz nakin

Dayîkên Şemiyê di hefteya 1105’emîn de cardin li Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiyê de hate gotin ku: “Ew bi salane cejn pîroz nakin.”

Stenbol – Dayikên Şemiyê ji bo çalakiya xwe ya 1105’emîn li Qada Galatasarayê kom bûn. Dayîkên Şemiyê bang li hikûmet û sucdaran kirin û gotin: “We heskiriyên me xistine kuderê de wan ji wê derê derxînin. Em tenê kevirê gorê wan dixwazin, perçeyên mayî yên hezkiriyên me; dev ji parastina sûcdaran berdin.”

Vê hefteyê, daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Masîde Ocak, xwişka Hasan Ocak ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

Cejna de nebûna goran bi awayekî herî tûj tê hîskirin

“Her çend cejn rojên ku malbat dîsa li hev dicivin û hesret tê sivikkirin bin jî, ji bo kesên ku hezkiriyên xwe winda kirine wateyek cûda digirin. Bi her cejnê re, nebûna hezkiriyek li ser sifreya me mezin dibe; dema ku zengila derî lê dide, em li zarok, hevjîn an xwişk û birayê xwe yê winda digerin. Ji ber ku hezkiriyên me ji ber sedemên xwezayî me nehiştine. Ew di bin çavdêriyê de winda bûne, di bin parastina dewletê de hatine tunekirin. Cejn yek ji wan demên ku nebûna goran bi awayekî herî tûj tê hîskirin e. Dema ku mirov li ser gorên hezkiriyên xwe dicivin, me gorek tune ku em biçin wir. Ji ber vê yekê, ji bo me, cejn ne tenê li ser hesretê ne; ew di heman demê de demek e ku neheqî ji nû ve tê hîskirin.”

‘Bila me jî gorek hebe’

Piştî daxuyaniyê, Dayikên Şemiyê yên ku mafê axaftinê girtin, hêrsa xwe ya li hember parastina sûcdaran nîşan dan û diyar kirin ku ew bi dehan salan e nikarin cejnan pîroz bikin. Sevim Erişli, xizmek Mahmut Ertak, ku di dema binçavkirinê de winda bû, serî li rayedarên wê demê da û got: "Em 60 sal in li birayê xwe digerin, me ew nedîtiye. Em gazî Mehmet Ağar dikin; dema bavê min hate gel te tû pê keniya. Niha ji me re bêje, bila ji me re jî gorek hebe. Zarokê te jî mir, lê qet nebe gorê wî heye, yê me tuneye.”

‘Ev 46 sal in me 92 cejn bêwate derbas kirine’

Birayê Cemîl Kirbayir, ku di sala 1980’an de di binçavan de winda bû Mikaîl Kirbayir jî fikara xwe anî ziman ku gora birayê wî hîn jî nehatiye dîtin û got: “Ev 46 sal in me 92 cejn bêwate derbas kirine. Çawa ku Pêxember Îbrahîm kurê xwe Îsmaîl ji bo baweriya xwe feda kir, kurê Îsmaîl Cemîl ji bo baweriyên xwe mirin ji destê hêzên ewlehiyê yên dewletê qebûl kir. Cemîl îro gorek tune. Em li vir in ku daxwaz bikin ku sûcdarên vê wêrankirin û înkarê werin darizandin. Ger rojekê ew wê gora veşartî radestî me bikin, dibe ku em jî kêfa cejnê hîs bikin. Di van şert û mercan de cejn ji bo min tu wateyekê xwe nîne.”

‘Dev ji parastina sûcdaran berdin’

Xwişka Hayrettîn Eren, ku di sala 1995’an de di binçavan de winda bû Îkbal Eren, bang li dewletê kir û daxwaza bidawîanîna siyaseta bêcezatiyê û parastina sûcdaran kir. Îkbal Eren got: “31 sal berê, dema ku dê û bavên me li vê meydanê rûniştin, yên ku welêt birêve dibirin gotin, 'Ew ê li vir rûnin û dûv re biçin.’ Lê em neçûn, em li vir in. Sedemên me ji wan mafdartir in. Zarokên ku wê rojê ji dayik bûn niha 31 salî ne û em kêfxweş in ku em neçûn; em dewletê bi sûcên ku kiriye rû bi rû tînin. Em li vir in ji ber ku heke me 31 sal berê ji bo windahiyên xwe li vir nerûniştiba, dewlet nedikarîbû van sûcan bi hêsanî bike. 46 sal in, 92 cejnan, me pîrozbahî nekiriye. Em tenê dixwazin ku ji wan re cihek, gorek, kevirê gorê hebe; gelo ev pir zêde ye ku meriv bixwaze? Hûn wan li ku derê deynin, wan derxin, em perçeyên mayî dixwazin.

Dayikên me ji vê dinyayê bi hesreta kevirê gorên heskiriyên xwe çûn. Hûn dikarin her tiştê ku hûn dixwazin bibînin; dev ji parastina sûcdaran berdin, hezkiriyên me bispêrin me.”

alakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.