Dayîkên Şemiyê ên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

Dayîkên Şemiyê ên ku di heftiya 958’an a çalakiya xwe de hatibûn binçavkirin hatin berdan.

Stenbol - Ji bo pirsa aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, Dayik/Mirovên Şemiyê her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya hefteya 958’an jî li Qada Galatasarayê hat lidarxistin. Li rûxmê biryara dadageha bingehîn (AYM) ya ‘binpêkirinê’ ketina qadê li Dayîkên Şemiyê tê astengkirin. 

Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de 27 kes ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin.

Ên ku hatin binçavkirin hatin berdan

Piştî kar û barên îfadeyan ên li miduriyeta polîsan di heman rojê de 27 kesên hatin binçavkirin hatin berdan.

Dayîkên Şemiyêd erbarê berdana xwe de li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal de ev parvekirin kir: “#CumartesiAnneleri958Hafta (Dayîkên şemiyê di heftiya 958’ê de) havalên me yên hatine binçavkirin piştî 5 saetan ji qada Galatasarayê dûr li 3 nexweşxaneyên cûda hatin berdan. Soza me hêza meye, em bêdeng nabin.”