Dayikên Şemiyê: Em ê tu carî dest ji têkoşîna edaletê bernedin

DayikênŞşemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 978’an de, aqubeta xwendekarê beşa ragihandinê Îsmaîl Bahçecî ku beriya 29 salan hat binçavkirin û windakirin pirsîn.

Stenbol- Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 978’an de ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di girtîgehê de hatin windakirin û qetilkirin bipirsin û fail bên darazandin, li Qada Galatasarayê bûn. Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên mirovên xwe yên winda hilgirtin. Hevseroka giştî ya Komeleya Mafê mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, endamên komîsyona girtîgehan a Şaxa Stenbolê û siyasetmedar û gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan.

‘Her doza ku hesabê wê neyê dayîn ji hiqûqê dûr dikeve’

Vê hefteyê li aqubeta xwendekarê beşa ragihandinê Îsmail Bahçeçî ku beriya 29 salan li Stenbolê hat binçavkirin û windakirin hat pirsîn û çîroka Îsmaîl Bahçeçî hat xwendin. Di daxuyaniya ku ji aliyê endama Komîsyona windayan a ÎHD Aysel Ocak ve hat xwendin de wiha hat gotin: “Dema ku binpêkirinên mafan dibe mijar erka dewletê ew e ku pêvajoya hiqûqê bide destpêkirin û der barê binpêkirinan de rastiyê bizanin û kiryaran ceza bikin. Redkirina dewleta ku berpirsyariya xwe bi cih bîne çerxek e ku ev binpêkirin û bêcazakirin were dubarekirin ava bike ye. Sûcên ku erkdarên dewletê nîşan didin, ji ber çalakiyên berpirs û kiryaran her bûyera ku hesabê wê neyê dayîn Tirkiyeyê ji mafên mirovan, demokrasî û ji dewleta hiqûqê dûr dixe.”  

 ‘Rastî zextên dijwar hatin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 29 sal in dewlet bicihanîna erkên xwe red dike û di doza Îsmaîl Bahçecî de dixwazin edaletê pêk bînin û wiha hat gotin:

“Di destpêka salên 90’an de xwendekarên zanîgehê, li dijî sîstema YOK’ê, bi daxwaza zanîngehek xweser, beşdarî avakirina komeleyan bûn û dest bi rêxistinbûnê kirin. Xwendekarê beşa raghandinê ya zanîngeha Marmarayê ya dibistana bilind a ragihandin û weşanê Îsmaîl Bahçecî di nava vê rêxistinbûnê de cihê xwe girt. Serokê federasyona komeleya xwendekarên Tirkiyeyê bû. Weke her xwendekarê ku bi çalakiyên xwe yên polîtîk derdiket pêş Îsmaîl jî rastî zextên dijwar hat. Bi caran hat binçavkirin, îşkenceyên herî dijwar dît. Di sala 1993’an de der barê Îsmaîl de biryara girtinê hat derxistin û ji aliyê polîsan ve lê digeriyan. Polîsan bi ser mala Bahçecî ya li Avcilarê de girtin. Ji ber vê yekê Îsmaîl ji malê derket. Birayê wî ji bo di demên awarte de xwe bigihîjîne wan, telefona cihê karê hevalek xwe da Îsmaîl.”

Polîs li xwe mukur hatin ku Îsmaîl winda kirine!

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di dîroka 14’ê Kanûna 1994’an de kesek ku xwe weke hevalê Îsmaîl daye nasîn bi telefonê li malbatê geriyaye, ew agahdar kiriine ku Îsmaîl ji aliyê polîsên şaxa siyasî ve hatiye binçavkirin û wiha hat gotin: “Bav Şehmus Bahçecî bi lez serdana muduriyeta emniyete ya Gayrettepe û serdozgeriya Komarê ya Stenbul DGM’ê kir. Lê belê înkar kirin ku Îsmaîl hatiye binçavkirin. Di wê demê de cihê karê ku birayê wê telefona wî dabû Îsmaîl, polîsan avêtin ser cihê karê hevalê wî yê ku birayê wî telefona wî dabû Îsmaîl. Xwediyê kargehê bi gotina, ‘Nimreya telefona we li ser endamekî rêxistinê hat girtin’ hat binçavkirin. Di meha Çileya 1995’an de M.Y ku li Enqereyê hat binçavkirin diyar kir ku dema li midûriyeta polîsan lêpirsîn dihat kirin gef lê xwarine û jê re gotine, ‘Em ê te jî weke Îsmaîl Bahçecî winda bikin.’ piştî 24’ê Kanûn êdî polîsan li ser mala Bahçecî de negirt.”

‘Bi bêcezatiyê hat parastin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin û şikandina çerxa li Tirkiyeyê ya binpêkirin û bêcezatiyê wê bandorê li hemû civakê bike û hat îfadekirin ku windakirina Îsmaîl Bahçecî di bin çavan de ketiya rojeva meclisê û hemû hewldan bêencam man û wiha hat gotin: “Dewletê erkên xwe bi cih neanî. Ev 29 sal in aqubeta Îsmaîl di tarîtiyê de maye. Ên ku ew winda kirin bi bêcezatiyê hatin parastin.” 

 Di daxuyaniyê de hat xwestin ku doza Îsmaîl Bahçecî were ronîkirin hat bibîrxistin ku ji bo hemû windayan wê dest ji daxwaza edaletê bernedin.

Qurnefîl danîn qadê

Piştî daxuyaniyê birayê Îsmaîl Bahçecî Umut Bahçecî diyar kir ku ger birayê wê îro nehata windakirin wê rojnameger bûya û diyar kir ku wê li gel kesên ku ji bo heqîqetê têdikoşin bin. Dayikên Şamiyê û rojnamegerên ku çalakî dişopandin di dawiyê de qurnefîl danîn qadê û çalakî bi dawî bû.