173 malbatên Iraqî ji Kampa Holê derketin

173 malbatên Iraqî ji Kampa Holê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Iraqê de derketin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya koordîneya dewam ya di navbera Rêveberiya Kampa Holê ya Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, Komîteya Ewlehî, Komîteya Koçberî û Koçberên Meclisa Nûneran ya Iraqê de beşeke din ya malbatên Iraqê ji Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê ya Kantona Cizîrê derket.

Beşa nû ya derketî ku bi rêya karwanek ji otobûsan tevî nobetdariya ewlehî berê xwe da kampa li xaka Iraqê 659 kes ji 173 malbatan; jin, zarok û mêr, pêk hat. Bi wan malbatan re belgeyên îsbatkirinê yên Iraqî hebûn.

Ev beş ji Kampa Holê berê xwe didin Kampa Ceda ya li parêzgeha Mûsilê ya Iraqê.