Dayikên Şemiyê dîsa hatin binçavkirin

Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, Dayikên Şemiyê ku çalakiya wan a hefteya 963’an a li Qada Galatasarayê dihat astengkirin, dîsa bi hinceta biryara ‘qedexeyê’ ya qeymeqamtiyê hatin binçavkirin.

Stenbol- Mirov û dayîkên şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên gel hev û aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin dipirsin û dixwazin kiryar bên darizandin çalakiya xwe ya 963’an li dar dixin.

Tevî biryara “îhlal” a Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî çalakiya Mirov û Dayîkên Şemiyê ya ku 23 hefte ye têketina Qada Galatasarayê tê astengkirin, vê hefteyê dîsa bi hinceta biryara “qedexe” yê Qeymeqamiya Beyogluyê ya hat astengkirin. Polîsên ku bi hinceta biryara “qedexe” ya Qeymeqamiya Beyogluyê destûr neda çalakiyê, vê hefteyê jî bi saetan qad û hemû kolanên kêlekê yên li qadê bi astengiyan girtin.

Ji aliyê polîsan ve hatin dorpêç kirin

Gelek kesên ku di nav de Mirov û dayikên Şemiyê, Parlamenterê berê yê Stenbolê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglu û Wekîlê Partiya Karkerên Tirk (TÎP) a Stenbolê Ahmet Şik jî di nav de hebûn, dema xwestin ji Kolana Îstîklalê heta Qada Galatasarayê bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin dorpêç kirin. Di vê navberê de rojnamegerên ku xwestin çalakiyê bişopînin bi mertalên polîsan ji qada çalakiyê hatin derxistin.

‘Polîs bi awayekî bêhiqûqî çalakiya me asteng dike’

Kurê Fehmî Tosun ê di dema binçav kirinê de hat windakirin Alî Tosun bertek nîşanî tiştên li derveyî dorpêçê diqewimin da û got: “Dadgeha Destûra Bingehîn der barê çalakiya me de dibêje ‘îhlal heye’, dozger jî dibêje ‘Cih ji peyketinê re tune ye’, lê li vir polîs bi awayekî bêhiqûqî hewl dide çalakiya me asteng dike. Wek e ku li vî welatî du dewlet hene.” Piştre jî Alî Tosun ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û birin wesayîta binçavkirinê.

Ji ÎHD’ê Meryem Bars nexweş ket

Rêvebira Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Meryem Bars, ji ber dirêjiya qedexeyê bêhna wê teng bû. Tevî ku Meryem Bars nexweş bû jî ji dorpêçê ne hat derxistin. Meryem Bars piştî demekê ji dorpêçê hat derxistin. Meryem Bars a ku demeke dirêj nedikarî bêhna xwe bigire piştî ku hat ser hişê xwe birin ÎHD’ê. Di vê navberê de gelek polîs jî li pey Meryem Bars ketin ber avahiya komeleyê.

Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin

Piştî çalakiyê gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan ji pişt ve hatin kelebçe kirin û ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Di dîmenan de jî derket holê ku polîsan di dema binçavkirinê de li gelek kesan tundî bikar anîne. Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Newroz Alî Tosun, Mikaîl Kirbayir, Masîde Ocak, Alî Ocak, Hanîfe Yildiz, Nazim Dîkbaş, Omer Kavran, Denîz Aytaç, Melîke Ersoy, Mete Demîrcîgîl, Davut Arslan, Hunkar Yurtsever, Dogan Ozkan, Cuneyt Yilmaz, Turker Demîrcî û Necîf Kuru Arpaçay.