Dayikên Şemiyê dîsa hatin binçavkirin

Polîsan dîsa êrîşî Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin, xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê pêk bînin kirin û 13 kes hatin binçavkirin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê, di hefteya 947'emîn a çalakiya xwe ya ji bo aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin li Qada Galatasarayê hatin gel hev.

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu, Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û nûnerê Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ê Stenbolê Umît Efe jî piştgirî da Dayikên/Mirovên Şemiyê.

Polîsan wan dorpêç kirin û rojnamegeran bi zorê ji qadê dûr xistin

Polîsan, tevî biryara binpêkirina Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya qedexekirina çalakiya rûniştinê ya li Qada Galatasarayê jî koma ku hatin Qada Galatasarayê bi mertalên xwe dorpêç kirin. Di vê navberê de rojnamegerên ku nûçe dişopandin jî bi darê zorê ji qadê hatin dûrxistin.

Navê kesên/Mirovên Şemiyê yên di êrîşa polîsan de hatin binçavkirin wiha ne: Hanîfe Yildiz, Eren Keskîn, Besna Tosun, Alî Ocak, Sebla Aran, Gulseren Yolerî, Hasan Karakoç, Îrfan Bîlgîn, Leman Yurtsever, Hunkar Hudai Yurtsever, Taylan Bekîn, Umit Efe.