Dayîkên Şemiyê di çalakiya hefteya 968’an de hatin binçavkirin

Mirov û Dayîkên Şemîyê vê hefteyê jî hatin astengkirin ku biçin Qada Galatasarayê. Girseya ku xwest biryara ‘îhlal’ê ya Dadgeha Destûra Bingehîn pêk were, bi kelepçeya berovajî hatin binçavkirin.

Stenbol - Dayîkên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 968’emîn de xwestin biçin Qada Galatasarayê û çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan carek din dayîkan asteng kir û tevî biryara “îhlal”ê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî destûr nehat dayîn û qad hat qedexekirin.

Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, gelek dayîk û parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Dayîk li ser Cadeya Îstîklalê meşiyan û xwestin bi qerenfîlên di destên xwe de biçin Qada Galatasarayê lê polîsan ew asteng kirin û dorpêç kirin.

Biryara AYM’ê bi bîr xist

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn nerazîbûn nîşanî astengkirina polîsan da û wiha got: “Biryara AYM’ê bi ser her tiştî re ye. Qeymeqam nikare vê biryarê ji holê rake. Biryar ji jorê tê dayîn.” Xizma winda Masîde Ocak xwest rêz li biryara AYM’ê bê girtin. Masîde Ocak, anî ziman ku 6 meh in bi awayekî derhiqûqî bi kelemçeya berovajî têne binçavkirin û wiha got: “Dîsa tevî destûra bingehîn û biryara AYM tên binçavkirin. Ger îro em biçûna Galatasarayê me yê di 28’emîn salvegera windakirina Kerevan Îrmez de daxwaza edaletê bikira. Lê dîsa ketina me ya Galatasarayê hat astengkirin. Lêpirsîna me ya aqûbeta Kerevan Îrmez hat asteng kirin.” Dema ku xizma winda Besna Tosun bertek nîşanî kelepçekirina berovajî û binçavkirinê da, polîsek ji Besna Tosun re got: “Kelepçekirina berovajî nayê pêkanîn. Hefteya borî hevalek we bi kelepçeyên rast hat binçavkirin û bi wî wêneyî jî navdar bû.”

Bi kelepçeya berojavî hatin binçavkirin

Rojnamevanên ku çalakiyê dişopandin jî ji cihê dorpêçê ji aliyê polîsan ve ji qadê hatin derxistin û girseya di nava dorpêçê de bi kelepçeya berovajî hatin binçav kirin.