Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1055’an de daxwaza edaletê kirin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Nurettîn Çur ê li Amedê hat windakirin pirsîn, gotin: "Em bi biryar in, em ê daxwaza xwe ya ji bo ronîkirina sûcên li dijî mirovahiyê bidomînin."

Navenda Nûçeyan – Dayikên Aştiyê ji bo aqûbeta windakiriyan bipirsin, daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman di çalakiya xwe ya hefteya 1055’an de li Qada Galatasarayê bûn. Vê hefteyê li eqûbeta Nurettîn Çur ê ku 30 sal berê li navçeya Rezana Amed hat windakirin, pirsîn.

Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan jî piştgiriyê didinê de, wêneyên kesên di binçavan de hatine windakirin bi qurnefîlan hatin hilgirtin. Ji Mirovên Şemiyê Oya Ersoy di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Oya Ersoy xwest sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin ronî bibin û got: “Em bi biryar in; em ê daxwaza xwe ya ji bo çareserkirina sûcên li dijî mirovahiyê, nemaze windabûna mirovan di bin çavan de ku li ser vê axê çêbûn û ji bo eşkerekirina sûcdaran bidomînin. Ji ber ku her civak xwedî mafekî girîng e ku bizanibe kê sûcên wiha hovane kiriye. Em bi biryar in; em ê balê bikşînin ser kevneşopiya bêcezatiya ku nayê guhertin."

‘Dihat şopandin’

Oya Ersoy, da zanîn ku ew ji bo Nurettîn Çur hatine ba hev û wiha got: “Nurettîn Çur ê 28 salî li navçeya Rezana Amedê dijiya. Dikandar bû, li qata jêrîn a avahiya ku lê dijiya dikana wî ya xurekê hebû. Hevjîna  wî 6 mehî ducanî bû, ji ber ku dê yemek zarokek wê çêbûya kêfxweş bû. Ji ber çalakiyên wî yên partiya siyasî dihat şopandin. Her wiha ji ber muzîka Kurdî ya ku di firoşgeha xwe de guhdarî dikir gelek caran gef lê dihat xwarin. Di 27ê Hezîrana 1995'an de, çû bazarê da ku ji bo dikana xwe eşyayan bîne. Dema ku êvarê venegeriya malê, hevjîna wî got dibe ku ew ji bo bavê xwe yê nexweş çûbe gund. Ji ber şert û mercên gund ku çûnhatin û telefon tunebû, malbata Çur tenê sê roj şûnde hîn bû ku Nurettîn neçûye gund û winda ye."

‘Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin’

Oya Ersoy  diyar kir ku dadgerî sûcan vedişêre û berpirsyaran bi bêcezatiyê xelat dike û got: “Em dizanin maf û azadiya bingehîn tenê di şert û mercên ku serdestiya hiqûqê derbasdar e de dikevin bin temînatê. Di hefteya me ya 1055'an de, em careke din bi bîr tînin ku dewlet bi hiqûqê ve girêdayî ye, dadgerî divê serbixwe be. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Nurettîn Çur û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin û bi bîr bixin ku divê dewlet di çarçoveya normên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigere.”

‘Kesê dengê me nebihîst’

Piştre, endamê Lijneya ÎHD'ê Cîhan Kaplan nameya dayika Nurettîn Çur, Makbule Çur xwend. Di nameyê de ev tişt hat gotin: “Ez we hemûyan bi êş û têkoşîna ku me li heman cihî tîne cem hev silav dikim. Kurê min ji ber çalakiyên xwe yên partiya siyasî her dem dihat şopandin û gef lê dihat xwarin. Ew winda bû û careke din venegeriya mala xwe. Piştî sê rojan em hîn bûn ku winda ye. Kesê dengê me nebihîst. Lêgerîna me ya edaletê ji bo kurê min Nurettîn berdewam dike. Min 30 salan mala xwe neguherand, min digot dibe ku rojek kurê min vegere." 

 

Piştre, çalakî bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.