Dayikên Şemiyê: Deshilatê cesareta hevrubûnê nîşan neda

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn û diyar kirin ku ew ê xwedî li mîrasa têkoşîna dayika Berfo derkevin.

 
Stenbol - Dayikên Şemiyê di hefteya 843’yemîn de çalakiya ji bo aqûbeta windayan û cezakirina faîlan berdewam kirin. Ji ber pandemiyê çalakî bi awayek onlaynê li dar xistin. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di 13’ê 1980’î de li Qersê di binçavan de hat windakirin pirsîn û xwestin faîl werin cezakirin. 
Kekê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir da zanîn ku 843 hefte ye ew wek xizmên windayan îtîraz û daxwazên xwe ji rayedarên dewletê re radigihînin û ji bo birayê wî Cemîl her çiqas lêpirsîn hat destpêkirin jî bi biryara Dadgeha Bilind bi dembihûriyê re rûbirû hat hiştin. Mîkaîl anî ziman ku beriya dosyeya birayê wî veguheze darazê hatiye girtin û got: “Di dengê dilê min de îsyan heye. Îtîraza her kesek xwedî wîjdan hatiye. Dewlet ji jiyana însan berpirsiyar e. Heke dewlet welatiyê xwe qetil bike, nikare dosyeyê bi rûbirûbûnê re bihêle. Ev hovîtiyek e. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Hûn dosyeyê bigirin jî em ê dest ji doza xwe bernedin. Em ê her li aqûbeta xizmên xwe û birayên xwe bipirsin.”
Ji parêzerên dozê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî destnîşan kir ku windakirina di binçavan de polîtîkayeke dewletê ye û her çiqas Erdogan ji bo dosyeya Cemîl Kirbayir soz da Dayika Berfo jî lê edaletê cihê xwe negirt. 
Metna daxuyaniya vê hefteyê Suzan Akîpa ku keça Egît Akîpa yê windayî ye xwend û behsa serpêhtiya windakirina Cemîl Kirbayir kir. Suzan bilêv kir ku tevî hemû serlêdan û hewldanên malbatê jî ji wê rojê ve agahî ji Cemîl Kirbayir nehatiye wergirtin. Suzan Akîpa Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan di 5’ê sibata 2011’an de bi dayikên windayan re hevdîtin pêk aniye û her çiqas soza dîtina Cemîl Kirbayir dabe Dayika Berfo jî lê Erdogan soza xwe pêk neanî û Dayika Berfo bi hesreta dîtina lawê xwe xatir xwest. Suzan anî ziman ku faîl û berpirsiyarên sûcê hatiye kirin nehatine darizandin û cezakirin û xwest Serdozgeriya Qersê li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere û ew bang lê dikin ku rêya edaletê veke. Suzan destnîşan kir ku biryara darazê çi dibe bila bibe ew ê her li mîraseya têkoşîna edaletê û heqîqetê ya Dayika Berfo derkevin û wê dest ji têkoşîna edaletê ya ji bo windayan û Meydana Galatasarayê bernedin.