Dayikên Şemiyê carek din li aqûbeta windayan pirsîn
Dayikên Şemiyê di hefteya 1037'an a çalakiya xwe de aqûbeta Maksut Tepelî yê 41 sal berê hat windakirin pirsîn û xwestin kujer bên darizandin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250208-823x463cc-ist-08-02-25-cumartesi-anneleri-1037inci-hafta-eylem5-jpgfd25e2-image.jpg)
Stenbol – Dayikên Şemiyê yên ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin an jî hatin qetilkirin dipirsin û ji bo kiryarên wan bên darizandin çalakiya xwe ya 1037'an pêk anîn. Dayikên Şemiyê ku bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan li Qada Galatasarayê hatin cem hev, di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Maksut Tepelî yê 41 sal berê hat qetilkirin pirsîn. Xizmên windayan, parêzvanên mafan û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Ji xizmên windayan Îkbal Eren daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Îkbal Eren, anî ziman ku Maksut Tepelî di 4'ê Sibata 1980'an de dema li Erzinganê mamostetî dikir hat girtin û 4 mehan di girtîgehê de ma û diyar kir ku Maksut Tepelî piştî ji girtîgehê derket bi hevjîna xwe re koçî Stenbolê kir. Îkbal Eren bi bîr xist ku Maksut Tepelî yê di 2'ê Sibata 1984'an de çû mala hevalekî xwe di encama gulebarana polîsan de birîndar bû û got, "Tevî ku Maksut Tepelî xwîn zêde winda kir jî li şûna nexweşxaneyê bi betaniyekê birin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê. Li gorî îfadeya 3 şahidên ku di heman demê de li Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê hatibûn binçavkirin, Tepelî ku bi giranî birîndar bû, 3 rojan îşkence lê hat kirin. Di 5'ê Sibata 1984'an de di komayê de radikin nexweşxaneyê û careke din agahî jê nayê girtin. Malbata wî û parêzerên wî ku li saziyên fermî yên girtina wî red kirin dest ji lêgerîna wî bernedan, piştî 22 salan hîn bûn ku di 6’ê Sibata 1984’an de li Nexweşxaneya Haydarpaşa ya Numune jiyana xwe ji dest daye."
Malbatê dev ji lêgerîna edaletê berneda
Îkbal Eren diyar kir ku di encama hewldana 3 salan a malbata Maksut Tepelî de, rayedarên fermî qebûl kirin ku cenazeyê Maksut Tepelî li Goristana bêkesan a Helvacidede hatiye definkirin û got, "Ji ber ku agahiyên cihê definkirinê nehatine eşkerekirin, gora Maksut Tepelî hêj nehatiye dîtin. Têkildarî windakirina Maksût Tepelî ya di bin çavan de heta niha ti lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin. Tevî şahid û belgeyan jî her sê lêpirsînên ku li ser gilîkirina malbatê hatibûn vekirin, bi neşopandinê bi dawî bûn. Dosyaya ku ji aliyê malbata wî û Parêzera ÎHD'ê Gulseren Yolerî ya ku dest ji lêgerîna edaletê berneda dîsa anîn edliyeyê, di sala 2014'an de bi biryara qedexeyê hat girtin. Dadgehê di serlêdana ku ji Dadgeha Destûra Bingehîn re kir de biryara "ji ber demê nayê qebûlkirin da". Malbata ku ji rêyên hiqûqî yên navxweyî nekarî encam bigire serî li DMME'yê da."
'Em dev jê bernedin'
Herî dawî Îkbal Eren di hefteya 1037'an çalakiyên Dayikên Şemiyê de careke din bal kişand ser têkoşînê û wiha got: “Em careke din bang li rayedarên edlî dikin: Ji bo Maksut Tepelî yê 41 sal berê dema li Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê hat windakirin, hiqûqê bi cih bînin. Çiqas sal derbas bibin jî em ji bo Maksut Tepelî û ji bo hemû windayên xwe edaletê dixwazin."
Çalakî piştî qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn bi dawî bû.