Dayika jîngeparêziya Îranê Mahlaqa Mallah jiyana xwe ji dest da

Mahlaqa Mallah a li Îranê weke dayika jîngeparêziyê tê zanîn di temenê 104 yê de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Avakara Komeleya Jinên li Dijî Qirêjiya Derdorê Mahlaqa Mallah a di tevahiya temenê xwe de kedek mezin li ber parastina jingehê de daye û li Îranê weke dayika jîngeparêziyê tê zanîn di temenê 104 saliyê de jiyana xwe ji dest da.