'Bila were parvekirin ku zarokên di lênêrina lezgîn de kî ne'

Meryem Atinoz diyarkir ku piştî erdhejê kurê wê yê bi navê Emîr Batuhan di bin kevilan de maye û ji bo were ditîn li hemû cihê ku serlêdankirine bê bersîv mane û daxwaz kir ku ew zarokên di lênerina lezgîn de kîne zanyarî bi malbatan re were parve kirin.

Hatay- Piştî erdhejê ji sedan 60’ê avahiyan hilwşiyaye û hema beje li Antakya malek bê xisar nemaye û xebatên rakirina kavilan berdewam dike. Li bajarê ku hîna di nava kavilan de cenazeyan derdixin, di erdhejê de ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane û goristanek cûda çêdikin.  Weke 3 beşan ev goristan hatine çêkirin û bi hezaran kes bi reqeman hatine definkirin gelek giren bê mirov jî hene. Li bajarê ku cenazeyên bê xwedî û mirovên winda lê heyîn, nikarin xwe bigihînin gelek daneyan. Malbatên ku piştî erdehjê ji zarokên xwe xeberekê nagrin bi hêvî dimînin li benda testên DNA yên ku dane.

Cenzayên bê kes û mirovên winda gelekin!

Li nevenda bajar gelek ixbarên windayî tên ditin, hêjmara kesên winda nayê zanîn, der barê hemwelatiyên winda de tu zanyarî nayê bi destxistin. Tê ideakirin ku di dema rakirina kavilan de rastî parçeyên mirovan tên. Ew kavilên tên rakirin derveyi navenda bajar tên avêtin.

Dû mînakên testa DNA daye

Piştî erdhejê gelek zarokên ku di bin kavilan de mane û li rûxmê ku ew kavil hatine rakirin jî jê xeber nayên girtin. Yek ji van zarokan jî Emîr Batuhan Altinoz e. Emîr Batuhan Altinoz ku li taxa Antakya Hatay Akevler dima di mala ku hilweşiya de di bin kavilan de mabû û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayê girtin. Meryem Altinoz ji bo kurê xwe ev bi heftiyane tu cihek nemaye ne lê geriyaye û tiştên ku piştî erdhejê jiyan kiriye wiha anî ziman: “Di 6’ê Sibatê de erdheja ku hatî jiyan kirin ez û zarokek xwe li mala xwe û zaroka min ya din jî mala bavê xwe dima. Di erdhejê de em bi birîndarî derketin û kurê min yê din û bavê xwe di bin kavilan de man. Em dû rojan man Hatayê dû rojan me ti agahî ji wan negirt. Dema em li ser kevilan li bende bûn cenayê hevjînê min derxistin û lê bi tu awayî me xwe gihand kurê min. Li goristana bê kesan hat meyzekirin lê wêderê jî nebû, nirayê wî testa DNA dabû lê bele tu encam negirt. Beriya çend rojan dema me li wan geriya, gotin hevgritinek heye lê bele ji sedî sed nebawerin û ji min jî testa DNA xwestin, ez çûm û niha ji wêderê li benda xeberê me.”

‘Zanyariyên kesên di lênêrina lezgîn de nayê dayîn’

Meryem Altinoz diyarkir ku wan serî li hemû nexweşxane, jenderme û saziyên dewletê dane lê bele tu agahî negirtine, di lênêrina lezgîn de gelek zarok hene lê bele zanyariyên ka ew kine nayên parve kirin û daxwaz kir ku hem jî bo kurê wê hem jî ji bo zarokên din hevbigirin û alîkarî bikin û wiha got: “Min serî li hemû cihên ku were aqlan da. Min ji hemû kesê pirskir, lê bele bi tu awayî min bersîv negirt. Min ji kurê xwe tu agahî negirt, dibêjin zarokên ku li lênêrîna lezgin hene, lê bele bi tu awayî navê wan nîne û ruyê wan jî nişan nadin. Ezê çawa zanî ka zarokê min li wêderê ye yan na. Ez vê dixwazim yên ku winda bûne ji wana nîşana tilî yan jî testa DNA ihtimalek heye û yan jî qet ne be wêneyek kêşabe û li saziyên dewletê belav kiribe. Ez jî di nav de hemû kes perîşanin. Nezanîna kiye li kuderêye ji mirinê xirabtire. Ez bizanim miriye û li ku dereye, lê ew jî nîne, ji ber wê ez daxwaz dikim.