Dayika Cîhan Katibe Bîlgîn: Cîhan bîra we ye wê ji bîr nekin

Dayika rojnameger Cîhan Bîlgîn a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin Katibe Bîlgîn û xwişka wê ya mezin Zeyneb Bîlgîn, Cîhanê bi gotinên; “Pir cesûr û bi merhemet bû” pênase kirin. Dayika Cîhan Katibe Bîlgîn got: “Cîhan bû bîra we, wê ji bîr nekin.

Mêrdîn- Rojnameger û kedkarên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe didomandin, dema ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê dişopandin; 19’ê Kanûnê li ser riya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de bi SÎHA’ya dewleta Tirk hatin qetilkirin. Qetilkirina wan li Kurdistan û cîhanê bû sedema bertekên mezin, hevalên rojnameger ên Cîhan û Nazim, diyar kirin ku ew ê di her warî de têkoşîna ji bo heqîqetê bidomînin.

Malbata Cîhan Bîlgîn a di êrişê de jiyana xwe ji dest da, Cîhanê bi gotinên; “Pir bi merhemet û edalet bû” pênase kirin. Dayika Cîhan Katibe Bîlgîn got: “Cîhanê ji bîr nekin, ew bîra we ye.”

Cîhan Bîlgîn di 27’ê Cotmeha 1995’an de li Midyada Mêrdînê hatiye cîhanê, piştî xwendina xwe, di sala 2014’an de di çapemeniya azad de dest bi xebatê dike. Di kolanên Amedê de dibe generala biçûk a Apê Mûsa, rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê belav dike. Dema ku DAIŞ di sala 2014’an de êrişê Kobanê dike, tevli çalakiya nobetê ya li Pirsûsa Rihayê dibe. Xeyala wê ya herî mezin ew e ku li Kobanêya rizgarbûyî “Şoreşa Jinan” bibîne. Cîhan Bîlgîn di meha Kanûna 2017’an de berê xwe dide Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi xebata di Ajansa Hawar a Nûçeyan de (ANHA) xebatên xwe yên çapemeniyê didomîne.

‘Di dest wê de ne çek pênûs hebû’

Cîhan Bîlgîn li herêmê li gelek bajaran dixebite û destkeftiyên jinan, xebatên wan ji cîhanê re radigihîne. Cîhan Bîlgîn, herî dawî bi hevalê xwe yê rojnameger Nazim Daştan êrişên li ser Bendava  Tişrînê ya li Tebqayê û sûcên şer ên li herêma Kobanê dihatin kir belge dikir û ji raya giştî re radigihand. Ji bo Cîhan Bîlgîn li Taxa Cumhuriyet a Midyadê, li mala ku lê hatiye cîhanê û mezin bûye şîn hat danîn. Dayika Cîhan Katîbe Bîlgîn, hempîşeyên Cîhanê yên tên serdanê, bi serbilindî û bi qasî êşa li ser rûyê xwei bi şanazî û germahî peşwazî dike. Katîbe Bîlgîn dibêje “Di destên wê de ne çek, pênûs hebû” jineke ku hatiye şînê jî bi gotinên “Jixwe tiştê ew jê ditirsin pênûs e” bersiv dide.

‘Cîhana min ji bîr nekin…’

Katîbe Bîlgîn diyar dike ku Cîhan tevî temenê ciwan jî, her dem zana û li pey rastiyê bûye û bi gotinên; “Cîhanê ji bo vî gelî canê xwe feda kir. Ew bîra wê ye, wê ji bîr nekin. Keça min li pey rastiyan çû” bang li rojnamegeran dike ku Cîhanê ji bîr nekin. Katîbe Bîlgîn dide zanîn ku Cîhan hem pir bi malbata xwe ve girêdayî bûye, hem jî bi hezkirin nêzî mirovan bûye û bal kişand ku ji zarokatiya xwe ve çi karî bikira pir baş dikir.

‘Pir cesûr û bi merhemet bû’

Katîbe Bîlgîn, bi van gotinan behsa keça xwe Cîhanê kir: “Cîhanê li her derê her dem tiştekî dikir. Carek tenê jî dilê min neşikand, ez pir jê razî bûm. Pi cesûr bû. Ji zarokatiya xwe ve ji tu kesê neditirsiya. Tu car ji pere hez nedikir. Dema ku li Amedê zanîngehê dixwend burs digirt lê tu carî ji bo xwe xerc nedikir. Li malê ji her kesê re diyarî dikirî. Ji vê riyê û pîşeyê hez dikir. Dilê wê pir bi gel dişewitî. Dixwest tiştên dijîn ragihîne, ji ber wê dest bi rojnamegeriyê kir. Daxwaza min tenê ew e cenazeyê keça min bînin vê derê û li axa lê ji dayik bûye veşêrin. Keça min ji bo gel xwe feda kir. Bila tu kes wê ji bîr neke.”

‘Pir ji jin û zarokan hez dikir’

Xwişka Cîhanê ya mezin Zeyneb Bîlgîn jî got ku Cîhanê zirarê nedaye perperokê jî û gelek xwedî wijdan û bi merhemet bûye. Zeyneb Bîlgîn diyar kir ku Cîhanê pir ji jin û zarokan hez dikir û wiha got: “Cîhan li ber destên min bi hezkirin mezin bû. Biçûka me bû, bi hezkirin me ew mezin kir. Cîhan bi hezkirin û merhemet bû, tu carî zirarê nedayek kesek. Bi edalet bû, dixwest bixwîne lê berê xwe da çapemeniyê. Pir ji vî pêşeyê hez kir û li gorî xwe dît. Gelek demên me bê wê derbas bûn.”

‘Di rêwitiya li pey rastiyê de şehîd bû’

Zeyneb Bîlgîn da zanîn ku Cîhan her dem li pey rastiyê bûye û mirovên zulum li wan hatiy kirin bi tenê nehiştiye û wiha bi dawî kir: “Di dest wê de çek tunebû, tenê rojnamegeriyê dikir lê wê qetil kirin. Wê tenê xwest rastiyan ji mirovan re ragihîne. Di vê riyê de, di nava şer de li pey rastiyan beziya û şehîd ket. Wê her dem xwest li ba kesên rastî zulmê hatine bimîne. Ji bo vê yekê ragihîne bû rojnameger. Di dest wê de ne çek, kamera û pênûs hebû. Êdî bes e. Bila ev xwîn raweste. Ez bawer im Cîhanê jî vê dixwest. Wê jî dixwest zulum bi dawî bibe û aştî çêbibe.”