Dayika Berkîn Elvan: 7 salin li peyî dada neyî digerim
Berkîn Elvan ê di dema çalakiyên Geziyê de bi bombeya gazê ya polîsan hatibû qetilkirin li ser gora xwe hat bînarîn.
Stenbol - Berkîn Elvan ê di dema çalakiyên Geziyê de ji aliyê polisan ve bi bombeya gazê hatibû qetilkirin û Goristana Ferîkoy a navçeya Şîşlî ya Stenbolê hatibû definkirn hat bibîranîn. Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Parlementerê CHP’ê Alî Şeker û gelek kes tevlî bîranîna ku li ser banga malbatê pêk hat bûn. Dema di ketina goristanê de polîsan ser xwîşka wî Ozge Elvan lêgerîn kirin û bav Samî Elvan bi gotinên “Ji serê sibê ve em tên şopandin. Wan destên xwe yên qirêj bi zarokên min nedin” bertek nîşanî polîsan da. Li gel hemû zehemtiyan jî xwe gihandin ser gora Elvan.
Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan destnîşan kir ku di têkoşîna edaletê ya 7 sal in dimeşînin de bi tu awayî edalet nedîtine û wiha got: “Em li pey edaleta neyî de dibezin.” Gulsum, gotinên Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên têkildarî Geziyê yên weke “Me hesaba wê pirsî em ê bipirsin” bi bîr xist û wiha axivî: “Hesabê te ev bû Recep Tayîp Erdogan? Zarokekî 14 salî. Heke wijdana te hebe ez te bi wê re rûbirû dihêlim. 7 sal in vê êşê bi min didî kişandin. Îro jî li vir dixwazî êrîşî me bikî. Êdî bes e. Ev zirara tu 18 sal in didî vî welatî li her derê ye. Heta ku ez te derxînim pêş dadgeh û nedarizînim ez qet nasekinim.”