Dayika Aştiyê Sîmanperî Akyildiz jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Sîmanperî Akyildiz a ji ber şewba koronayê 15 rojbûn li nexweşxaneyek a Stenbolê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Stenbol - Dayika Aştiyê Sîmanperî Akyildiz a nexweşiyên wê yên dil û astimê hebûn û 15 roj bûn ji ber şewba koronayê li nexweşxaneyek Stenbolê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Sîmanperî ya bi têkoşîna xwe tê nas kirin û di gelek çalakiyên ji bo aştî, wekhevî û azadiyê dihat lidarxistin de cih digirt. Her wiha di dema grevên birçîbûnê yên par de li ber girtîgehan, wek Dayikên Laçikspî tevlî çalakiya bûbû ji hêla polîsan ve li erdê hatibû kaşkirin.