Dayika Aştiyê Hediye Temel jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Hediye Temel a li Şirnexê li nexweşxaneyê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.
Şirnex –Endama Meclisa Dayikên Aştiyê, Hediye Temel a 80 salî ya li Elkê ya Şirnexê jiyana xwe didomand lê nêzî salek bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Hediye Temel a ku tevahî jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir dê li gundê Elkê Setkarê were definkirin.