“Daxwaziya me ji hemû Êzidiyan ewe vegerin Şengalê"
Jinên Xanesorê daxwaz ji Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin kirin ku vegerin Şengalê û gotin: “Divê hemû Êzidî li warê xwe yê pîroz Şengalê vegerin û jiyana xwe bi heve re derbas bikin.”
NESRÎN HİSÊN
Şengal - Pişti feramnê civaka Êzidî roj bi roj vedigerê ser warê xwe. Li Şengalê jiyana gel bi hatina Êzidiyên ji kempan re her roja diçe xweştir dibe. Jinên Xanesorê jî ragihandin ku jiyana wan bi aramî û kêfxweş derbas dibe û daxwaza wan ewe civaka Êzidî piştî şewata li kampa Şarya hatî jiyîn vegerin ser cihê xwe.
“Dema mirov li ser axa xwe be kes nikare ji mirov re tiştek bêje”
Dayika bi navê Neam Osman daxwaz ji Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin û tayîbetî jî yên du roj berê çadirê wan şewitiyî kir ku vegerin Şengalê û wiha domand: “Ez dixwazim gelê me yê kempa hemû li Şengalê vegerin. Bila vegerin em bi hev re malên wan ava bikin. Ji ber fermanên gelek ji wan malbatan malên wan xerabûne, divê hikumeta Iraqê arkarî bide û bi erka xwe rabe da gel karibe li malên xwe vegerin. Jiyana me li Şengalê gelek xweşe, ewlehî heye, em û zarokên xwe bi hev re jiyana xwe derbas dikin, zarokên me ji bo me kar dikin û em jiyank xweş derbas dikin. Daxwaza min ewe hemû gelê me ji kampan vegerin ser welatê xwe ji wan çadiran baştire ji bo wan. Ev nizê 7 heyiva ye em hatina Şengalê, em bi rehtî jiyan dikin kes nikare ji bo me tiştek bêje ji ber ev cihê bav û kalê me ye.”
Zeyitûn Silêman jî got: “Dema çadirên kampan şewitîn ji bo me weke berdewamiya fermanê ye, ji ber ev ne cara yekê ye çadirên Êzidîyên me dişewitin. Bila hemû li axa xwe ya pîroz vegerin, ji ber ev cihê me ye axa me ye û emê hertim li vir bijîn. Bila her Êzidiyek li mala xwe vegre jiyana xwe li Şengala xwe ya zêrin derbas bike. Em îro gelek rehet jiyan dikin, ji ber awlehî gelek heye, divê hemû Êzidî vegerin ser cihê xwe û em tifaqa xwe çêbikin da em karbin jiyanê li Şengalê vegêrînin. Daxwaza min weke dayik ji hemû Êzidîyan heye vegerin ser warê xwe.”