Daxuyaniya KJK’ê têkildarî Komkujiya Parîsê ya Duyemîn: Têkoşînê mezin bikin
KJK'ê di daxuyaniya bi wesîleya salvegera duyemîn a Komkujiya Parîsê ya Duyemîn de wiha got: “Di serî de em bang li jin û ciwanan dikin ku heta kujer bên darizandin têkoşînê mezin bikin û beşdarî çalakiyên ji 23'ê Kanûnê heta 11'ê Çileyê bibin.”
Navenda Nûçeyan – Koordînasyona KJK'ê ya bi boneya salvegera duyemîn a Komkujiya Parîsê ya Duyemîn daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 23'ê Kanûna 2022'an de li paytexta Fransa Parîsê, kujerê dewleta Tirk a faşîst William li Navenda Çanda Kurd û kargehên Kurdan êriş pêk anî û di encamê de Evîn Goyî (Emîne Kara) ku jiyana xwe bi temamî dabû şoreşê û di wê oxirê de 34 salan li her devera Kurdistanê têkoşiyabû, hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil şehîd bûn. Di salvegera duyemîn a şehadeta wan de em van şehîdên xwe yên hêja bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin, dibêjin emê armanca wan a ji bo jiyana bi rûmet û azad pêk bînin.”
‘Qêrîna jiyana azad a jinên Kurd gihîştand cîhanê’
Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hat gotin:
“Hevriya me Evîn bi çand û berxwedêriya Botanê mezin bû, welatparêziyê bi rengê herî kûr hîs kir û weke nîşaneya vê welatparêziyê jî bû mînaka herî bedew a dilsoziya jinan a bi xakê re. Ji bo kevneşopiya berxwedanê ya Botanê bigihîjîne her devera Kurdistanê, bi taybetî jî bigihîjîne jinên Kurd û hemû jinan, bênavber têkoşiya. Di nava 34 salên têr û tijî de li ku derê pêwîstî pê hebûya li wê derê têkoşiya, ji bo bikaribe felsefeya jiyana azad a Rêber Apo bigihîjîne hemû jinan, hewl da. Tovên jiyana azad ên ku ji Rêber Apo girt li dilê hemû jinan reşand, ji bo jin di jiyana azad de îsrar bikin û ev jiyan şîn bibe, xebitî. Bi tesbîta 'Jina azad, Kurdistana azad e' ya Rêber Apo bi rê ket, ji xwe dest pê kir û ji bo jinên Kurd hemû azad bibin, têkoşiya. Ji partîbûna jinên Kurd heta xweparastin û avakirina sîstema xwe ya demokratîk di her warî de bi rengekî çalak cih girt, qîrîna jiyana azad a jinên Kurd gihîştand cîhanê.
Welatparêzê me yê hêja Mîr Perwer jî li hemberî êrişên qirkirina çandî yên dijmin li Ewropayê tevli karên çandê bû, ziman û hunera Kurd parast û li dijî qirkirinê têkoşiya. Êşên ku dewleta Tirk a faşîst bi Kurdistanê dide kişandin û berxwedana li dijî van kiryarên faşîst bi stranên xwe vegot. Welatparêzê me yê kedkar Abdurrahman Kizil jî li Ewropayê timî di nava têkoşînê de bû, nirx û çanda xwe parast û bû mînaka ji welatparêziyê. Jiyana li sirgûniyê qebûl nekir û teslîmî jiyana li Ewropayê nebû, bi nirxên Kurdistanî re dilsoz ma, di dilê xwe de her dem xeyala vegera Kurdistanê kir. Dewleta Tirk a faşîst û qirker di şexsê van mirovên me yên hêja de êriş bir ser çand û welatparêziya Kurd.
9 sal piştî ku di sala 2013'yan de li Parîsê sê jinên şoreşger hedef hatin girtin, ev bûyera ku weke komkujiya duyemîn a Parîsê ket dîrokê, yek ji kiryarên faşîzan ên dewleta Tirk a qirker a li Ewropayê li ser esasê êrişên qirkirin û plana hilweşînê pêk anîbû.
‘Şopdarên Gurbetellî Ersoz wê tu carî neqedin’
Dewleta Tirk a faşîst ji bo temamkirina qirkirina Kurdan serî li her şêwe, rêbazên qirêj dide û komkujiyên xwe yên li Kurdistan, Ewropa û Rojhilata Navîn berdewam dike. Bi taybetî jî jinên şoreşger hedef digre. Êrişên dawî yên li hemberî Rojava ku hevriya me Evîn Goyî li wir li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên dixwazin jinan bikşîne nava tarîtiyê têkoşiya, berdewama vê plana hilweşînê ye. Herî dawî di encama êrişa qirêj a 18'ê Kanûnê de xebatkarên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şehîd bûn. Di şexsê van her du xebatkarên çapemeniyê de em hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em di wê baweriyê de ne ku generalên Apê Mûsa û şopdarên Gûrbetellî Ersoz wê tu carî neqedin.
Dewleta Tirk ji bo temamkirina qirkirina Kurd, ji perwerde, lojîstîk û cepxaneyê bigre di her warî de piştgiriyê dide çeteyên ku ji bo hemû mirovahiyê xeterî ne, ji bo bihêzbûna wan dixebite. Bi taybetî jî li dijî şoreşa Rojava, şoreşa jinan a Rojava ku hêviya gelan e, zêdeyî 10 sal in çeteyan xwedî û perwerde dike, zindî dike û bi vî rengî êriş dike. Dixwaze gel û jinên ku ev şoreş pêk anîne, tune bike. Li ku derê Kurdek dixwaze azad û birûmet bijî hebe, hedef digre û bi vê armancê jî dixwaze çeteyên xwe bigihîjîne her devera cîhanê. Di vî warî de neçareserkirina pirsgirêka Kurd tenê ne ji bo Kurd û Kurdistanê, ji bo Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê bûye xeter.
‘Dewleta Tirk û MÎT li her derê sûcên şer dikin’
Bêdengiya li hemberî van komkujiyên dewleta Tirk a faşîst ên ku li Ewropa û Kurdistanê pêk tîne, çeteyên Tirk xurt dike û dibe sedem ku ev çete bibin bela serê hemû mirovahiyê. Tevî ku kujer diyar in, îtirafên sîxurên MÎT’ê jî di nav de gelek îspat hene ku ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatine kirin, hikûmeta Fransayê sîstema xwe ya hiqûq û edaletê tune dihesibîne û dewleta Tirk nadarizîne. Ev yek hêzê dide çeteyan û pêşî li van êrişên ku ji bo her kesê û hemû Ewropayê xeter in, vedike. Hêz û faîlê li pişt kujeran, dewleta Tirk a faşîst û MÎT e. Dewleta Tirk û MÎT, li Kurdistanê û her derê weke sûcdarê şer sûc dike. Li Parîsê û her derê vî sûcê şer dike. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, heman sûcên şer bi qetilkirina mirovên sivîl, zarokan, jinan pêk tîne û mîna DAIŞ’ê serê jinan jêdike, tecawiz dike, rojnamevanên azad qetil dike û bi vî rengî sûcê xwe yê şer didomîne. Dewleta Tirk û Erdogan ên ku van sûcan dikin divê demildest di dadgehên navneteweyî de bên darizandin û cezakirin.
Banga ji bo jin û ciwanan
Hemû ciwan û jin divê bizanin ku wateya herî rast a dilsoziya bi Evîn Goyî û hemû şehîdan re, parastin û xurtkirina şoreşa azadiyê û şoreşa jinê ye û têkoşînê mezin bikin. Li ser vî bingehî bi wesîleya sala duyemîn a komkujiya Parîsê ya 2’yemîn, bi taybetî jin û ciwan em bang li gelê xwe dikin ku têkoşînê mezin bikin, heta ku kujerên rast bên darizandin û beşdarî hemû çalakiyên ku wê ji 23’yê Kanûnê heta 11’ê Çileyê bên kirin, bibin.
Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her roj zêde dibin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku xwedî li şoreşê derbikevin, nirxên şoreşê li her dera Kurdistan û cîhanê mezin bikin."