Daxuyaniya hevdem a OHD’ê: Divê tecrîda Îmraliyê bi dawî bibe

OHD’ê di daxuyaniya xwe ya hemwext de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û banga “Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin. Em parêzer û raya giştî ya demokratîk vedixwînin ku li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin de li Stenbol, Riha, Mêrsîn, Wan, Îzmîr, Mêrdîn, Dîlok û Enqereyê daxuyaniyên hevdem dan.

Li Amedê Hevserokê Şaxa OHD’ê Riza Polat, li Rihayê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îbrahîm Halîl Oyke, li Wanê Hevserokê Şaxa OHD’ê Mûrat Ozçîçek, li Mêrdînê endamê OHD’ê Azad Kaya, li Elihê endamê OHD’ê Mehmet Aykût, li Colemêrgê Hevseroka Şaxa OHD'ê Cevahîr Agralî, li Dîlokê rêveberê OHD’ê Yusuf Kartal, li Stenbolê endama OHD’ê Sezîn Ûçar, li Îzmîrê Hevseroka Şaxa OHD’ê Şukran Ozturk, li Mêrsînê Hevserokê OHD’ê Îbrahîm Kaya, li Enqereyê Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter daxuyanî xwendin.

Tevî hemû hewldanan jî parêzer nikarîn biçin Girtîgeha Îmraliyê

Di daxuyaniyên çapemeniyê yên şaxên OHD’ê yên 8 parêzgehan de metna hevpar hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev zêdeyî 30 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdull Ocalan û 3 girtiyên din nayên girtin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tevî hemû peyan û serlêdanên ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve tu parêzer nikarin biçin Girtîgeha Îmraliyê û wiha hat gotin:

“Parêzerên wan di dozên ku ew alîgir in nikarin alîkariya hiqûqî bidin girtiyên li vê girtîgehê û ji ber ku nikarin bi muwekîlên xwe re bi tu awayî, bi telefon û nameyan re têkiliyê deynin, der barê rewşa tenduristiyê ya girtiyan de agahî nînin.  Girtiyên ku li girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin ji ber Kurdayetî û nasnameya xwe ya polîtîk, bi van kiryarên dij mirovî re rû bi rû dimînin ku wijdanê mirovahiyê diêşîne. Li hemberî vê bêhiqûqiya ku mînaka wê nîne, bi taybetî di civaka Tirkiyê de tu dengek bilind nabe û rewşeke ku ji nedîtî ve tê heye.”

‘Tevî rapora CPT'ê tecrîd hîn kûrtir bûye’

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ku yek ji saziyên Konseya Ewrupayê ye û Tirkiye jî endamê wê ye, di raporên xwe de ku beriya niha der barê Girtîgeha Îmraliyê de amade kiribû û bi raya giştî re parve kiribû, kiryarên derqanûnî tesbît kir û hişyarî da Tirkiye ku wan ji holê rake. Mixabin Tirkiye, bicihanîna van pêşniyaran li aliyekê, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi awayekî hovane kûrtir kiriye û Girtîgeha Îmraliyê veguherandiye navendeke ku nayê dîtin û nayê bihîstin.

‘Biryara Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî pêk nehat’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di Îlona 2022’an de daxwaza tedbîrê qebûl kiriye û wiha hat gotin:

“Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di Îlona 2022’an de, daxwaza tedbîrgirtinê qebûl kir û biryar da ku bi lez û bez, bêyî ku sînorek bê danîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Lê Tirkiyê ev biryare bi cihneanî. Parêzeran di Çileya 2023’an de serî li Komîteya Mafên Mirovan dan û komîteyê agahdarkirin ku rewşa agahîne girtinê dewam dike. Tevî ku komîte careke din bibîra Tirkiyê xist jî, mixabin Tirkiye ji bo ku vê biryarê bicih bîne tu gav neavêtin.

Di 10’ê Hezîrana 2022’an de, ji bo ku hevdîtina bi parêzeran re pêk were, 775 parêzer bi belgeya xwe ya erkê re serî li serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê heya roja me ya îro jî tu bersiv nehatiye dayîn. Dîsa serî de welatên Ewrupayê, ji 22 welatan 350 parêzer di 14’ê Îlona 2022’an de, ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn jî 756 parêzer di 19’ê Îlona 2022’an de serî li Wezareta dadê dan û xwestin ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê hevdîtina parêzeran pêk were. Lê der barê van serlêdanan de tu bersiv pêşneketin.”

‘Hewl didin Ocalan û 3 girtiyên din werin ji bîr bikin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev hemû dîmen bi awayekî zelal nîşan dide ku hiqûq li Îmraliyê bi awayekî ku nayê qebûlkirin hatiye ragirtin û ev tişt hat gotin:

“Li Îmraliyê ne hilbijartin û biryarên siyasî, yasa di meriyetê de ne. Tê xwestin ku birêz Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, di sîstema tecrîdê winda bikin û bidin jibîrkirin. Lê em dizanin ku tevî van bê hiqûqiyan hemû jî, ji dema ku Birêz Ocalan birine Îmraliyê, çi di darizandina li giravê de çi jî di parêznameya xwe de ku pişt re radestî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê kiribû, ji bo çareseriya mijara Kurd ku yek ji mijarên bingehîn ên Tirkiyê ye, her tim bi awayekî erênî tevgeriyaye û di nava hewldaneke jidil de bûye. Dewlet jî di hin deman de ji bo çareserkirina mijarê li masê rûniştiye û diyalog pêşxistiye. Bi bangên birêz Ocalan pêvajoyên agirbestê pêk hatin, komên aştiyê hatin Tirkiyeyê.”

‘Tecrîda ku meha xwe ya 30'emîn temam kir, divê demildest bê rakirin’

Di daxuniyê de ev tişt hatin gotin: “Di dema îro de, mixabin tecrîda li Îmraliyê bi her awayî li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye, di çareseriya pirsgirêka Kurd de polîtîkayên diyalog û aştiyê bi polîtîkayên ‘ewlekariyê’ hatin guhertin û serîde aborî, Tirkiye di her warî de ketiye qonaxeke sotîner û tarî. Ji ber van hemû sedeman, divê rewşa tecrîdê û bê agahîyê ku hem neqanûnî û ne exlaqî ye û hem jî di 25’ê Îlona 2023’an de meha xwe ya sîhemîn temam kiriye, demildest bi dawî bibe.”

Bang li parêzer û raya giştî ya demokratîk dikin

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em wek hiqûqnasên ku ji bo demokrasî, edalet û azadiyê têdikoşin, bang li Tirkiyê dikin ku biryarên Komîteya Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî û CPT û yên navnetewî pêk bîne ku ew bixwe jî alîgirê wan e. Weke dewleta hiqûqê li gorî yasayên têkildar ên di makeqanûna xwe de dawî li pergala tecrîda li Îmraliyê bîne. Di serî de baro û rêxistinên hiqûqê, em bang li hiqûqnas û civaka demokratîk dikin, li hemberî vê polîtîkaya tecrîdê ku nayê qebûlkirin dengê xwe bilind bikin.”