Danişîna Emîne Şenyaşar bi hinceta 'dadger nîne' hat taloqkirin

Danişîna doza ku der barê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya "Heqaret li organên dewletê kiriye" bi hinceta "dadger nîne ye" hat taloqkirin.

Riha- Yekemîn danişîna doza der barê Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di êrîşên parêzvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de li cihê kar û nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, bi îdiaya ku "Heqaret li organên dewletê kiriye" doz hatibû vekirin hat taloqkirin.

Danişîna ku dihat payîn li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê bihata kirin, ji ber nebûna dadgerê ku serokatiya dozê dike, hat taloqkirin.