DAIŞ yek din ê qatîlê Hind û Seda ye hat girtin

DAIŞ yek din ê Hevseroka Meclisa Şaredariya Til Şeyir Seda Feysel El Hermas û cîgira wê Hind Letif El Xidir qetilkirî hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Meclisa Şaredariya bajaroka Til Şeyir a girêdayî navçeya Deşişa ya dikeve başurê bajarê Hesekê yê Bakur Rojhilatê Sûriyê – Rojava Seda Feysel El Hermas û cîgira wê Hind Letif El Xidir di 22’ê çileyê de ji malên wan hatibûn derxistin û bi şêweyek wehşî hatibûn qetilkirin. DAIŞ’ê bûyer girtibû ser xwe. Paşê jî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 5’ê sibatê li herêmê operason dabû despêkirin. Di çarçoveya operasonê de qatîlên Seda û Hind jî di navê de 87 DAIŞ’î girtibûn.

Hat hînbûn ku di çarçoveya operasona QSD’ê ya berdewam dikir de îro jî kesekdin ê destê wî di qetilkirina Seda û Hind de heyî hat girtin.