DAIŞ’ê 3 şivan revand, yek jê qetil kir

Hat zanîn ku li gundewarên Dêrazorê duh 3 şivanên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin yek jê qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Li derdora bajarokê Medan Etiq ya Rojavayê Dêrezorê a ku dibin kotrola hikumeta Şamê de ye, çeteyên DAIŞ’ê êrîş pêkanî di êrîşê de hat zanîn ku 3 şivan hatine revandin û dest danîne ser 400 pezan. Cenazeyê yek ji şivanan hate dîtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hurguliyên bûyerê ragihand di daxuyaniya SOHR’ê de hate destnîşan kirin ku çete beriya ku êriş bikin, herêmê kontrol kirine. Piştre bi çekên giran êriş kirine, traktora ku şivanan bi kar dianî şewitandine, her 3 şivan revandine û birine cihekî nediyar. Ji kesên hatine revandin 2 xwediyên pez in, yek jî karker e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cenazeyê şivanekê li derdora Madan Etîq ya gundewarên Dêrezorê  hatiye dîtin, çarenûsa herdû şivanên din nayê zanîn. Li gora daneyên SOHR ji destpêka îsal ve li çolistana Sûriyeyê 361 kes hatine qetilkirin.