Dadgehê îdianameya rojnamegeran li dijî zagonê dît

Dadgehê îdianameya der barê rojnameger Dîcle Muftuoglu û Sedat Yilmaz jî di nav de 49 kesan de hatiye amadekirin îade kir û da zanîn ku îdianame li dijî CMK’ê ye.

Enqere- Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û edîtora ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglu û edîtorê (MA) Sedat Yilmaz jî di nav de 5 girtî der barê 49 kesan de li ser temambûna lêpirsîna ku hatiye destpêkirin, di 18’ê Tîrmehê de îdianame hat amadekirin.

Xwestin ku îdianameyên cuda werin amadekirin

Îdianameya ku pêşkêşî 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin, di 27’ê Tîrmehê de red kir û îadeyî Serdozgeriya Komara Enqereyê kir. Dadgehê di hinceta îadekirinê de di aliyê lêpirsinê de yên ku hatine binçavkirin û hatine girtin di nava wan de tu girêdanek hiqûqî û fiîli nîn e û lêpirsîn bi awayekî komî hatiye vekirin, ev rewş di pêvajoyan encamgirtinê de wê bibe sedema gelek zehmetiyan. Dadgehê diyar kir ku der barê her yekê de îdianameyên cuda dê werin amadekirin. Destnîşan kir ku cihê tê îdiakirin sûc hatiye pêk anîn Antalya ye, sûcê ku tê gotin li Enqereyê hatiye pêkanîn sûcek tê de nîne.

Îdianame li dijî CMK’ê ye

Dadgehê destnîşan kir ku di çarçoveya lêpirsînê der barê nêzî 20 kesên ku nehatin binçavkirin de biryara girtinê heye, kesên mijara gotinê îfadeyên wan nehatine girtin. Ji ber vê yekê jî sûcê ku hatiye kirin tu qutbuneke fiîli çênebûye, piştî ku ev kar û bar temam bûn divê der barê wan de îdianame were amadekirin. Dadgehê biryar da ku îdiaya ku li dijî zagona Dageha Ceza ya benda 170/3-4’e da. 

Tevî ku dozger û dadgehê îtiraza vê biryarê kiriye jî tu encamek jê derneketiye.