Dadgeha bi doza Kobanê mafên mirovan û zagonên navnetewî binpê dike
Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li dijî dadgeha doza Kobanê ya li Bakurê Kurdistanê daxuyanî da. Rêveberiya Xweser bang li dadgeha Ewrupa û rêxistinên mafên mirovan kir ku dewleta tirk jî babendî biryar û zagonên Ewrupa bikin.
Kobanê- AKP`ê li dijî Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) doza piştgiriya bi Kobanê re di 2014`an de vekir. Ev doz ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve hat qebûl kirin û di 26`ê Nîsanê de dest bi darizandinê kir. Li dijî dadgeha li ser HDP`ê, Meclîsa Rêveber, Meclîsa Zagonsaz û Meclîsa Edaletê yên herêma Firatê daxuyanî dan çapemeniyê.Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclîsa Zagonsaz Fewziya Ebdî ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Di destpêka daxuyaniyê de da xuya kirin ku partiya HDP'ê zagon û pergal Tirkiyê bin pê nekir û wiha dirêjî dan daxuyaniyê: "Di destpêka sala 2014`an de li Rojava, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li sê kantonan hate damezrandin. Di destpêka avabûna Kantonê de, Kobanê rastî êrîşên Artêşa Azad, Cebhet El-Nûsra û piştre terora DAIŞ`ê hat. Êrîşa herî mezin jî di 15`ê îlona 2014`an de bi riya siyaseta axa şewitî pêk hat. Di wir de Partiya Gelan ya Demokratîk (HDP) li banga me xwedî derket û serferberî raghandin. HDP`ê bêyî ku zagon û pergala Tirkiyê binpê bike, li gor pîvanên Saziya Mafên Mirovan tevgeriyan, kamp ji gelê me yê koçber vekir û birîndarên şer derman kirin."
Pişgiriya HDP'ê ji bo gelê Kobanê rizgariya ji komkujiya DAIŞ'ê ye
Meclîsa Zagonsaz û Meclîsa Edaletê yên herêma Firatê di dawiya daxuyaniyê de bang li dadgeha Ewrupa kirin û wiha bi dawî kirin: "Piştî derbasbûna salan ji piştgiriya HDP`ê bi Kobanê re, dosya ku AKP`ê vekiriye ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve hat qebûl kirin. Bi bihaneya piştgiriya HDP`ê ya bi terorê re, dewleta tirk a qaşo pir reng û demokrasî ew doz kirin dozeke siyasî û derveyî zagon û pîvanên mirovan. Tirkiyê bi vê darizandinê dixwaze tola têkçûna DAIŞ`ê ya ji Kobanê hilîne. Biryara dadgeha Ewrupa ya mafê Mirovan xwesitibû ku serokê berê yê HDP`ê parlementer Selahadîn Demîrtaş serbest were berdan. Piştigriya HDP`ê ji bo me gelê Kobanê rizgariya ji komkujiya DAIŞ`ê ye. Ji lewra îro careke din li ser axa berxwedaniyê Kobanê em bang li dadgeha Ewropa yê, rêxstinên mafên mirovan dikin ku careke din ji Tirkiyê bixweze pabendî biryarên ku ji dadgehên Ewropa yê der hatine bibe û dadmendî pêk were."
Di vê çarçoveyê de Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cîhan Derwîş nêrîna xwe ji ajansa me re parve kir.
"Tirkiyê bi rengekî eşkere piştgiriya DAIŞ`ê dike"
Cîhan Derwîş teqez kir ku Tirkiyê bi van kiryaran teqez dike ku ew alîgirê DAIŞ`ê ye û wiha pê de çû: "Berxwedaniya ku li Kobanê hat kirin di asta cîhanî de xwedîderketin lê hat kirin. Bi taybet jî gelê me yê Bakurê Kurdistanê ku bi hemû derfetên xwe him beşdarî şer bûn û him jî li wî alî bê navber alîkariya me kirin. Şerê li Kobanê destpêka tunekirina DAIŞ`ê bû, ji ber vê heger di roja îro de Tirkiyê dest bi dadgehkirina HDP`ê kiriye ev dadgeh bi tu şêwazî jî nayê pejirandin. Ev dadgeheke ne zagonî ye û ji me re piştgiriya Tirkiyê ya bi DAIŞ`ê re teqez dike."