“Da pêşîgirtina qetilkirina jinan em ê bi rûspiyên eşîran re bicivin”
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên bûyera qetilkirina herdu zarokên temen biçûk Îda El-Seîdo û Aya Mihemed nirxand û got: "Jin dibin qurbaniya adet û kevneşopiyên civakê."
SORGUL ŞÊXO
Hesekê-Bûyera qetilkirina Îda El-Seîdo ya 13 salî ku ji aliyê bira, bav û kurapê xwe ve bi awayekî hov hat qetilkirin her wiha bûyera qetilkirina Aya Mihemed a 14 salî ku rastî tecawiza kurapê xwe hatibû û ji aliyê bavê xwe ve hatibû xeniqandin, li seranserî Sûriyeyê deng veda. Gelek rêxistinên jinan û hunermendên jin ên Sûriyeyê û jinên Ewropayê, ev bûyer bi tundî şermezar kiribûn. Têkildarî vê mijarê, sedem û rêbazên çareseriya vê pirsgirêkê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lîlav Hisên nirxand kir.
“Jin ne namûs e û mafê tu kesî nîn e wê qetil bike”
Lîlav got ku gelek jin dibin qurbaniya adet û paşverûtiyên civakê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Siyaseteke pir sîstematîk li dijî jinan tê meşandin her wiha jin di bin navê namûsê de dibin qurbaniya adet û kevneşopiyên civakê. Banga me ya destpêkê û dawî ew e; em dibêjin ku jin ne namûsa tu kesî ne, namûsa me axa me ye, ev hişmendiya ku em dixwazin di nava civakê de di 9 salên şoreşê de bidin nasîn û guhertin ev e. Armanc ji têkoşîna me ew e ku em hişmendiya civakê li hemberî jinan bidin guhertin û ew wêneyê civakê ji îslama radîkal girtiye û li dijî jinan dide bikaranîn, ji holê rabikin. Divê ku jin destûrê nede şaştiyên hişmendî û zîhniyeta baviksalarî. Herî zêde di civaka Ereb de, jin dibin qurbaniya şaşîtiyên ku mêr dike."
“Jin ji ber jirêderketina mêr tên cezakirin”
Lîlav da zanîn ku herî zêde jinên civaka Ereb tên qetilkirin û wiha sedemên wê vegot: "Yek ji sedemên ku herî zêde jinên civaka Ereb ji ber wê tên qetilkirin windahiya zansst û fikrên azad e. Zîhniyeta baviksalarî û zayendperestî herî zêde bandora wê li ser civaka Ereb hebû û niha zêde bûye. Her wiha tevî ku jinên Ereb destkeftiyên pir bi nirx bi dest xistine jî di hevserokatiyê de cih girtin û barê guhertina civaka xwe rakirine ser milên xwe jî rêjeya herî zêde em heya niha têdikoşin ku ji wê tarîtiyê xilas bikin û derxin ber bi ronahiyê ve, civaka Ereb e. Şaşîtiyên ku mêr di civakê de dikin, tola wan ji jinan tê girtin."
“Rêxistinên jinan ji bo rûspiyên eşîran plansaziyeke ji bo du mehan amade dikin”
Lîlav plansaziyên demên pêş bi rêxistin û dezgehên jinan re ji bo rûspiyên eşîran eşkere kir û wiha bi lêv kir: "Wekî Rêxistina Kongreya Star tensîqa me bi rêxistin û dezgehên jin ên li Kantona Hesekê re weke Koodînasyona Jin di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Koordînasyona Jinan a PYD'ê û Yekitiya Jinên Suryanî re çêbû û me plansaziyek daye pêşiya xwe. Plansaziya me jî ew e ku li ser du mehan, em ê bi rûspiyên herêmê re bicivin û civînên berfireh li dar bixin. Her wiha em ê komcivînan jî bi rûspiyan re li dar bixin, ji ber ku herî zêde bandora wan li ser civakê heye. Ji bo ku em bikaribin rê li ber kiryar û bûyerên der heqê jinan de bigrin. Ger bûyerên qetilkirina jinan rû bidin, tenê em dikaribin bi rêya rûspiyan re vê pêk bînin û li hemberî wan helwest deynin. Ji ber ku êdî li gorî nêrîna me wekî rêxistinên jinan daxuyanî, meş û perwerdeyên ku bi rêya navendên psîkolojîk tên dayîn, têrî şermezarkirin û darizandina kujeran nakin. Gelek salên demdirêj lazim e ji bo çêbûna guhertinên bingehîn."
Hewldanên jinan ji bo darizandina kujeran
Lîlav bal kişand ser hêza jin û civakê di darizandina kujeran de û wiha dawî li gotina xwe anî: "Di dadgehên edaleta civakî de divê ku jin û civak bikaribin kujeran bi rêya platforman bidarizînin. Ew hêza civakê heye û girîng e ku di roja me ya îro de were pêkanîn. Em bi rengekî fermî derbasî Dîwana Edaletê ya Hesekê bûn û me rapora xwe pêşkêş kir ku divê kujer werin darizandin. Her wiha efûyên ji rêveberiya xweser dê ne ji bo kujeran be û bi awayekî mûebed di girtîgehê de bimînin. Em di nava hewldanan de ne ku kujer werin girtin û bi rengekî, jin bi rêya platformên gel biryara darizandina wan bidin û di civakê de bibin mînak. Ji ber bûyera qetilkirina herdu jinan li ser asta cîhanê deng vedaye, ew hêza jinan heye ku biryara çarenûsa kujeran diyar bikin."