DÎB banga edalet û azadiyê dike
Ji bo Demokrasiyê Yekitî dest bi amadekariyên konferansa xwe ya dê di meha hezîranê de bê lidarxistin kir. Ji bo konferansê Koma Xebatê ya Jinan dê bê avakirin.
Navenda Nûçeyan - Ji bo Demokrasiyê Yekitî (DÎB), dê di meha hezîranê de bi dirûşma "Nan, azadî û edalet" Konferansa Demokrasiyê li dar bixe. Ji bo konferansa dê bi mijarên dewlemend bê lidarxistin Koma Xebatê ya Jinan bê avakirin.
Vexwînerên Konferansa Demokrasiyê yên ji siyasetmedar, nivîskar akademîsyen û nûnerên saziyên civaka sivîl pêk tên armanca xwe ya hevpar bi civînekî diyar kiribûn. Bi konferansê tê armanc kirin ku hêzên demokrasiyê hêzên xwe bikin yek û bikaribin hemû aliyên civakê bînin cem hev. DÎB, armanc dike ku bi yekîtiyê rêyeke nû ya siyaseta gelparêz veke û bibe platformeke rewa ya daxwaz û dengê hemû bindestan. Di vê çerçevê de Koma Xebatê ya Jinan bê avakirin. Dê 17’ê Gulanê jin bi jinên ji kesîmên cuda re bên ba hev û li ser pirsa “Emê çî bikin?” bername danin pêşiya xwe.