Coşa Newrozê dest pê kir: Wê gundekî ku agir neyê pêxistin nemîne!

Li navçeya Depê ya Xarpêtê ku bajarê yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan ê, beriya starta Newrozê amadekarî berdewam dikin, li taxan dest bi pêxistina agir hate kirin. Jinan wiha gotin: “Wê gundekî ku agirê Newrozê neyê pêxistin nemîne.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- 21’ê Adarê Cejna Newrozê, wê îsal li 57 navendan û li sedan cihan bê pîrozkirin. Starta pîrozbahiyên Newroza 2024’an dê li navçeya Depê ya Xarpêtê ku bajarê yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan ê di 21’ê Adara 1982’yan de bedena xwe da ber agir, di 15'ê Adarê de wê were dayîn. Newroza ku îsal wê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” bê lidarxistin, wê di dîroka 21'ê Adara 2024'an de tenê li Amedê bê pîrozkirin. Di Newroza ku tê payîn bi milyonan mirov tevlî bibin de, gel li dijî zext û polîtîkayên hêlandinê yên zêde dibin, bibin yek deng. Di heman demê de gel wê gotinên xwe yên dawî ya têkildarî hilbijartinên xwecihî jî li qadan bide.

Tecrîd, grevên birçîbûnê û polîtîkayên êrîş mijarê sereke ne!

Piştî eşkerekirina Deklarasyona Newrozê, li herêmê yekemîn agirê Newrozê li navçeya Bismilê ya Amedê hat pêxistin. Welatiyên ku li dora agirê govend gerandin, gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Li Amedê ku xebatên amadekariyên Newrozê didomîn, gel bi kelecanek mezin li benda 21'ê Adarê ne. Newroza Amedê ya ku her sal ji gelek welatan bi hezaran mêvan bi eleqeyek mezin beşdar dibin û dişopînin, bi salane bi coşa xwe derbasî dîrokê dibe. Jinên endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku diyar kirin dê îsal jî heman coş berdewam bike, dan zanîn Newroza ku wê bi coşa 8'ê Adarê biçin, veguherînin qadên azadiyê.

'Em ê hem ji qeyûman û hem jî êrîşan re bersiv bidin’

Dîlan Guvenç a di Koordînasyona Amadekariya Newrozê de cih digre, da zanîn  Newroz ji bo gelê Kurd xwedî cihekî pir girîng e. Dîlan Guvenç, diyar kir hem bi dîroka vejîn û hem jî berxwedanê bi salane bi heman coşê diherikin qadan û wiha got: “Em Cejna Newrozê ya îsal jî, wek hemû salan bi kelecanek mezin pêşwazî bikin. Newroz ji bo me hatina biharê ye. Bi hatina biharê re berxwedan û têkoşîna heyî jî hîn zêdetir dibe. Em jî ji bo ku vê berxwedanê di qadên Newrozê de nîşan bidin, bi salane bi heman rojê û heman daxwazê diherikîn qadên Newrozê. Em dikarin bibêjin ku ev coş îro di hemû gelan de heye. Ev Newroz, ji ber pêvajoya heyî û hilbijartinên xwecihî yên nêz dibin wê bibe Newrozek dîrokî. Em wek gel li dijî van helwesta xwe ya herî zelal di van qadan de bidin.”

'Em ê bi heman coş û kelecan li qadan bin'

Dîlan Guvenç, balkişand xebatên ji bo pîrozbahiyan berdewam dikin û wiha got: “Em ê îsal di Newrozê de hem tecrîda heyî û hem jî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan berdewam dikin bînin ziman. Em hemû pêvajo, daxwaza xwe ya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tînin ziman. Îsal heman daxwaza me berdewam dike. Ev daxwaza me jî wek 8 salên dawî bi polîtîkayên zext û şer bersiv dibîne. Îro zextên ku li herêmê tên jiyîn hemû kes dibîne û şahid dibe. Em dixwazin ji polîtîkayên zext û helandin ên hem li dijî ciwanan, hem li dijî jinan û hem jî li dijî civakê tên meşandin, bibêjin raweste. Dîsa em ê bi awayekî herî zelal ji qadên Newrozê bibînin ku ev polîtîka negihîjin armanca xwe. Em jin wê rojê bi coşek mezin li qadan bin. Em ê hem li dijî hilbijartinên xwecihî û hem jî li dijî êrîşên zêde dibin, bi awayekî zelal helwesta xwe nîşan bidin."

'Cihek ku agirê Newrozê neyê pêxistin nemîne’

Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Nesibe Uygun jî da zanîn wê heta 21’ê Adarê li her derê agirê Newrozê bê pêxistin. Nesibe Uygun, bi ruhê Kawa û mîrasa Newrozên dîrokî gel vexwend qadên Newrozê û wiha got: “Îsal gundekî ku agirê Newrozê nehatine pêxistin nemîne. Em ê vî agir û kelecanê li her qadê belavbikin. Di civakê de bêdengiyek heye, ev yek di pêvajoya hilbijartinên xwecihî de kêm hat şikandin. Gel bi Newrozê re hîn zêdetir têkoşînê hembêz bikin. Em îro dinêrin, li her qadê polîtîkayên tunekirin û hilweşandina gelê Kurd heye. Em wek hemû Newrozan wê di vê Newrozê de jî bersiva van polîtîkayan bidin. Em ê di hemû qadên Newrozê de hem destkeftiyên jinan, hem pirsgirêkên civakî û hem jî aştiyê biqîrin. Bi vî awayî xebatên me wê heta 21’ê Adarê berdewam bike. Em ê di 21’ê Adarê de bi coş, reng û dengê xwe li qadan bin.”