Ciwanên Rojava li dijî êrîşên ser Başûrê Kurdistanê meşiyan
Bi dirûşmeya “Bi ciwanên bûne baz ber bi serkeftina zagrosan ve”Tevgera Ciwanên Şoreşer û Jinên Ciwan li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê dest bi meşa dirêj ji bajarê Qamişlo heya Dêrikê kirin.
Qamişlo – Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê û piştgiriya şervanên Tevgera Azadiyê, Tevgera Ciwanên Şoreşer û Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Bi ciwanên bûne baz ber bi serkeftina zagrosan ve” des bi meşa dirêj kirin. Meşa dirêj ji çarxeya Şerqî ya Bajarê Qomişloyê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê despêkir û dê di navbera sê rojan de heya bajarê Dêrikê dewam bike. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan hatin hildan.
Ciwan misogeriya serkeftinê ne
Endama Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo Seyran Sîno armanca meşa dirêj anî ziman û ev tişt got: “Îro em wek Ciwanên şoreşger êrîşên li ser xaka Başûrê kurdistanê şermezar dikin. Em ê pilanên dagirkerî û îxanetê vala derxînin. Meşa me armanc jê piştgiriya şervanên azadiyê ye. Me ji bajarê Qamişlo des bi meşa xwe kir, em ê îro heya Tirbespiyê dewam bikin û ji sibe û pêde ber bi Dêrikê ve biçin, di roja sêyemîn de em ê meşa xwe li Dêrikê bi dawî bikin. Em ê her tim li dijî êrîşan têbikoşin û serkeftinê misoger bikin.”