Ciwanên Kobanê li hemberî êrîşên ser axa Başurê Kurdistanê meşiyan

Ciwanên Kobanê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Başurê Kurdistanê meşek meşaleyî lidarxistin û dan zanîn ku ewê rênedin dagirkeriyê.

Kobanê - Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve di nava hewildanên dagirkirina hinek deverên axa Başurê Kurdistanê den. Li dijî van êrîşan Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Kobanê bi dirûşma "Bi serkeftina Garê û bazên Zagrosan, em ê dagirkeriyê têk bibin û em ê teqez serbikevin", bi meşeke meşaleyan meşiyan. Meş ji qada aşitiyê destpêkir û li qada jina azad bi dawî bû. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Gerîla û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya jinên ciwan û Tevgera Ciwanên şoreşger hatibûn hildan. Piştî ku meş gihît qada jina azad daxuyanî hate dayîn.
Daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Ehmed ve hate dayîn wiha bû: "Em wek ciwan divê li dijî êrîşên dewleta tirk bisekin, ji bo şer û seferberiyê em amadene. Divê ciwanên li her deverê xwe rêxistin bikin û li hemberî êrîşan bêdeng nemîne
“Em ciwan parêzvanê axa xwe ne”
Jina ciwan a di meşê de cîhê xwe girt Canê Ebdo da zanîn ku wê bi çalakiyên cur be cur piştgiriya berxwedana başur bikin û wiha axivî: "Em wek Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê  li dijî êrîşên dewleta tirk ya faşîzim li qadanin û em ê her tim li ser piyabin da ku em hemû pilanên dewleta tirk vala derxînin. Bi vê meşê em îro bertek û helwestên xwe li beramberî dijmin nîşan didin û em dibêjin ku heya ciwanek hebe wê dawî li dagirkerî were. Her çiqas dijmin êrîşî me dike em hîna bi hêz dibin û asta têkoşîna xwe mezintir dikin."
"Weke Serêkaniyê li başur jî çekên kimyayî dixebitîne"
Her wiha jina ciwan ya bi navê Firyal Temî teqez kir ku wê serkeftin her tim para wan be û wiha pê de çû: "Dewleta tirk ji ber bin ketiye, loma êrîşî qadên parastina medyayê dike. Li dijî hemû êrîşan em ê li ser piya bin, lê divê em wek ciwan her tim li qadan bin bêdeng nemînin. Dewleta tirk kiryarên dij mirovî li ser qadên parastina medya pêk tîne, gazên kîmyasal li ser çiyan belav dike wek ku çawa li Serêkaniyê kîmyasal reşand, îro dixweze bi kimyesalê dawî li têkoşerên azadiyê bîne. Lê wê ev pilan bi sernekeve."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Gêrîla" bi dawî bû.