Ciwanên Kobanê li dijî tecrîdê û êrîşan meşiyan
Ciwanên kantona Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan. Jinên ciwan teqezkirin ku wê pergala Îmraliyê bi serxistina şoreşa jin hilweşînin.
Kobanê- Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên herêma Firatê di bin dirûşma "Em ciwan fedayên Rêber Apo ne" meş birêxistin kir. Meşa ku bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hat birêxistinkirin. Ciwanan bi dehan posterên Abdullah Ocalan hilgirtibûn.
Meşê ji gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê destpê kir û li gundê Elpelûrê yê li Rojavayê Kobanê ku weke gundê Abdullah Ocalan tê bi navkirin, bi dawî bû. Di meşê de diruşmên "Bê serok jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e", "Jin, jiyan, azadî" û "Tolhildan" bê navber hatin berzkirin.
Ajansa me di nava meşê de helwesta jinên ciwan der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gefên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt.
‘Çareseriya vê pêvajoyê Îmraliyê ye’
Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Temî armanca meşa ku birêxistin kirin wiha bilêv kir: "Em di pêvajoyeke wiha de dijîn ku hemû hêz behsa çareseriyeke mayînde ya siyasî dikin. Lê her kes dizane ku kilîta çareserkirina tevahî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Cîhanê Rêber Apo ye. Ji ber vê girîng û pêwîst bû ku em di qonaxeke bi vî rengî de rewşa Rêber Apo bi bîr bixin. Bi taybet jî weke tê zanîn em niha rû bi rûyê hilbijartinên Tirkiyê, sedsaliya hevpeymana Lozan û komara Tirkiyê ne. Di vê demê de hewcedariya her kesî bi perespektîfên Rêber Apo hene, ji ber vê divê ku der barê rewşa wî de agahî werin bi destgirtin. Li ser vê bingehê jî em weke ciwanên herêma Firatê dimeşin da ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin. Azadiya Rêber Apo, azadiya gerdûnî ye, ji bo vê emê weke ciwan û bi taybet jinên Ciwan têbikoşin û her tim li kolanan bin da ku em bigêjin armanca xwe."
‘Serkeftina şoreşa jin, hilweşandina pergala Îmraliyê ye’
Firyal Temî behsa êrîşên li ser şoreşa jin kir û wiha axivî: "Di dîroka cîhanê de bi sedan şoreşên civakî hene, lê temenê wan hemû jî kin in û jinan roleke ber bi çav tê de nelîstin. Şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jin birêket, ji ber vê ev zêdetirî 10 sal in şoreşa me dimeşe û bandoreke cîhanî jî kiriye. Dijmin jî vê rastiyê dizane, ji ber vê em dibînin ku dewleta Tirk û hêzên desthilatdar di her derfetê de êrîşî şoreşê û destkeftiyên jin dike. Li dijî van êrîşan me weke jin serî hilda ye, bi taybet jî bi serhildana Rojhilatê Kurdistanê "Jin, Jiyan, Azadî" re, emê weke jin têkoşîneke hevpar bidin meşandin û serkeftinê misoger bikin. Bi destxistina azadiya jin û serkeftina vê şoreşê, tê wateya şikandina pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û aramanca komployê vala derxistin."
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rizgariya mirovahiyê ye’
Endama kordînesyona Kongreya Star ya navçeya Şêranê Nadiya Hiso jî wiha got: "Di vê dema dawiyê de tecrîda li ser Rêber Apo derbasî asta xwe ya herî giran û dijwar bûye. Ev nêzî 2 salin me tu agahî ji Rêber Apo negirtiye, bê guman ev jî planeke ji hêzên komplogere da ku rêxistinbûna me lewaz bike û qûtbûnekê di navbera me û Îmraliyê de ava bikin. Bi taybet jî dewleta Tirk ku hebûna xwe di tunekirina gelê Kurd dibîne, dixwaze bi girankirina tecrîdê re û hedefgirtina projeya Rêber Apo ya li Bakur û Rojilatê Sûriyê, gelê Kurd di qirkirineke nû re derbas bikin. Tevahî hêzên hegemon ji vê rastiyê bawer in, heger şoreşa li Rojavayê Kurdistanê biserkeve û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, dê tevahî mirovahî ji pencên wan rizgar bibin û dawî li vê desthilatdariyê were."