Ciwanên Kobanê li dijî komployê dest bi meşa dirêj kirin
Ciwanên kantona Kobanê ji bo salvegera 24'emîn ya Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj kirin. Jinên ciwan yên beşdarî meş bûn, li dijî tecrîd û komployê banga têkoşînê kirin.
Kobanê – Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de di encama Komployeke Navdewletî hat girtin. Ev 24 sal in Rêber Ocalan bi rengekî ne zagonî di gireva Îmraliyê de tê tecîrdkirin. Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên herêma Firatê li dijî Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê, bi dirûşma "Em ê bi rihê fedayî yê ciwantiyê azadiya Rêbertî misoger bikin" dest bi meşa dirêj kirin. Dê meş sê rojan bidome.
Di meşa ku dê 3 rojan bidome de ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Di roja yekê ya meşê de ciwan li gundê Rovî yê li Başûrê Kobanê kombûn. Beriya meş destpê bike, berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Temî axivî.
‘Komplo li dijî tevahî gelên azadixwaz e’
Firyal Temî Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin şermezar kir û anî ziman ku komplo di esasê xwe de li dijî tevahî jin û gelên azadîxwaz e. Firyal Temo wiha domand: “Gelê Kurd di dirêjahiya van 24 salan de armanca komployê vala derxist. Bi salane jin, ciwan û tevahî gel xwe li ser bingehî bîrdoziya Rêber Apo birêxistin dike. Her wiha li gelek welatên cîhan gel xwedî li bîrdoziya azadiyê derdikeve û hemêz dike. Îroj bi hezaran kesên ji welat û nasnameyên cuda ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketine qadan. Meşa me jî li ser heman bingehê ye, em ê weke ciwan xwe bikin fedayê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."
Piştre meş bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" ji gundê Rovî destpê kir û di roja xwe ya yekê de li gundê Til Xezal rawestiya.
Jinên ku beşdarî meşê bibûn, bertekên xwe yên li hember komplo û tecrîdê anîn ziman.
‘Em ê li qadan bin’
Fatma Osman ya ji navçeya Şêranê behsa vala derxistina armanca komployê kir û wiha axivî: "Em weke jin 15'ê Sibatê bi roja reş bi nav dikin, ji lewra emê sê rojan bê navber li qadan bin. Ev roj di dîroka gelê Kurd e cihekî wê yê cuda heye, di 15 Sibatê tevahî hêzên hegemon li hember Rêber Apo bûn yek û xwestin ku rê li ber têkçûna desthilatdariya xwe bigirin. Ev 24 sal in ku Rêber Apo di şert û mercên işkenceyê de jiyan dike, her wiha ev zêdetirî du salan e ku agahiya me ji Rêber Apo tune ye. Girêdayî vê xalê em di serî de sazî û rêxistinên bi mafên mirov û girtiyan re mijûl dibin, rexne û şermezar dikin. Emê bi îsrar û berxwedana xwe azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin. Em ê dest ji doza Rêber Apo bernedin û bîrdoziya wî gerdûnî bikin."
‘Erk û berpirsiyartiyên me zêdetir in’
Her wiha Evîn Ber Ewad daxwaza naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Bê guman ev meş ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo netêrker e. Bi taybet jî weke jin erk û berpirsyarên me ji beşên din ên civakê zêdetir in. Xebatên ku Rêber Apo ji bo jinan pêşkêş kir bûn sedem ku em îro bikarbin behsa hebûn, maf û azadiya xwe bikin. Ji ber vê em deyndarên Rêberê xwe ne û em ji bo rakirina tecrîdê her tim di nava seferberiyê de bin.
A niha di vê pêvajoyê de em rewşa Rêbertî gelek meraq dikin, di nava erdheja ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk hat, gelo rewşa li girtîgeha Îmraliyê çawa ye. Li ser vê bingehê em bi rengekî lezgîn bang dikin ku em ji bo naskirina rewşa Rêber Apo bikevin liv û tevgerê."
Weke hat payîn dê siba meş di roja xwe ya duyemîn de ji gundê Til Xezal destpê bike û li navçeya Şêranî ya li Rojhilatê Kobanê raweste. Di roja dawî ya meşê de, wê girseya ciwanan beşdarî meşa giştî a 15'ê Sibatê bibin.