Ciwanên Helebê: Xwedî li axa xwe derkevin

Ciwanên bajarê Helebê li dijî êrîşên dewleta tirk li ser axa Başurê Kurdistanê meşek girseyî li dar xistin.

 
Heleb - Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Helebê li hemberî dagirkirina axa Başurê Kurdistanê bi dirûşma "Li hember êrîşên qirkirinê û hevkariyê em ê tekoşînê bilind bikin" meşek li dar xistin. Ciwanên taxa Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û endamên sazî û dezgehên sivîl beşdarî meşê bûn. Meş li ber navenda ciwanên şoreşger destpêkir û li çerxerêya şehîdan a bajarê Helebê dewam kir. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Maya Weqas ve hate xwendin.
Maya Weqas di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşkirina xwe li ser axa Kurdistanê dixwaze axa Kurdistanê dagir bike û wiha domand: "Dewleta tirk bi êrîşkirina xwe dixwaze axa Kurdistanê dagir bike. Lê bila dewleta tirk jî ji bîra neke li Garê bin ket. Ev biryara êrîşê ne tenê bi destê dewleta tirk pêk tê, di heman demê de bi erêkirina hin dewletan pêk tê. Dixwaze bi van êrîşan cardin komkujiyan li ser Gelê Kurd pêk bînin. Asta têkoşîna me ji êrîşa wê mezintir e. Dewleta tirk di 23'yê Nîsanê êrîşî axa Başurê Kurdistanê kir, li hember van êrîşan em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan em banga seferberiyê dikin ku kiryarên ku hebûna kurdan armanc digire em destê xwe bikin yek û em xwedî li axa xwe derkevin."
Jina Ciwan a bi navê Emîne Ebdo ku beşdarî meşê bûye helwestê xwe wiha parve kir: "Em weke ciwanên bajarê Helebê daketin qadan û pişgiriya berxwedana şervanên xwe dikin. Her wiha em bi tundî êrîşên dewleta tirk li ser axa Başurê Kurdistanê şermezar dikin. Em weke ciwan amadene ku axa xwe ji dagirkeran biparêzin. Ji ber ev ax bi xwîna bi hezaran şehîdan hatiye rizgarkirin. Berxwedaniya me nîşaneya serfeftinê ye û em ê her li ser piyan bin."
Jin Ciwan Sîham Xelîl diyar kir ku ewê bi çalakiyên xwe dagirkeriya dewleta tirk têk bibin û wiha pê de çû: "Em carek din derfet nadin dewleta tirk ku axa me talan bike. Îradeya me ji dagirkeriya wan xurtir e. Dewleta tirk ji dîrokê bigire heta niha şerê kurdan dike da ku gelê kurd mafê wan ên jiyanê nebe. Em ê li hember êrîşan herdem li qadan bin û em ê piştgiriya şervanên xwe bikin."