Ciwanên Şengalê li dijî komplo û tecrîdê meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidxanê li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 10 km. meşiyan.

Şengal - Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de pêk hat û heya niha jî di bin tecrîdeke giran de tê girtin, îro bi pêşengiya ciwanên Êzidî meşeke dirêj hat lidarxistin.

Meşa dirêj a 10 km. ya ku ji ciwanên Êzidî û Ereb pêk dihat ji çerxeriya Mam Zekî ya Navçeya Sînûnê ya girêdayî Şengalê heya Geliyê Kersê berdewam kir. Di meşê de ciwanan poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin û bênavber diruşmên ‘Em Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne’ qêriyan.

Meş bi dirûşm û peyamên bihêz ên ciwanan bi dawî bû, li ser navê Yekitiya jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê Hemo Şengalî daxuyanî xwend.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

“Di 15 Sibata 1999’an de li ser Rêberê me Komployeke Navnetewî hat pêkanîn. Bi vê komployê ne tenê Rêber Apo tevahî gelên azadîxwaz û mirovahî hedef hatin girtin. Xwestin rê li jiyana azad û wekhev bigrin û tevahî gelên azadîxwaz weke gelê Kurd bê nasname bihêlin. Çanda berxwedêr û têkoşer a ku di kesayeta Rêber Apo de heye xwestin tune bikin. Li ruxmê tecrîda girankirî ya 24 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê meşandin jî nikaribûn vîn û îradeya ku Rêber Apo daye tevahî mirovahiyê ji holê rakin. Ji bo em azadiya Rêber Apo pêk bînin weke ciwan em ê her dem bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Heya Azadiya Rêber Apo pêk neyê em ê têbikoşin.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e’

Endama Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşan Xezal Xêro der barê Komploya Navneteweyî û sekna ciwanên Şengalê ya li dijî komployê wiha got: “Em ji bo Rêber Apo dimeşin, heya azadiya Rêber Apo pêk neyê em ê nikaribin nefeseke rihet bigrin ji ber Azadiya Rêber Apo azadiya me tevan e. Weke ciwan canê me jî bê xwestin em amade ne ji bo Rêber Apo bidin.”

Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Viyan Şengalî diyar kir ku ew weke jinên ciwan ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin tu caran komplo û tecrîdê napejirînin û ev peyam da: “Îro li dijî komployê em dimeşin em weke ciwananên Êzidî, heya hene em ê li dijî pergala Îmraliyê têbikoşîn em ê Rêberê xwe Rizgar bikin û em ê jiyana azad diyarî tevahî mirovahiyê bikin.”