Ciwanan salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kirin

Ciwanên Êzidxanê bi boneya rizgarkirina Şengalê serdana goristana şehîdan ya li Şerdeştê kirin ciwanan mûm pêxistin û piştî serdanê berê xwe dan li geliyê Kersê û bi coş şahiyek lidarxistin.

Şengal – Bi boneya 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê ciwan û jinên ciwan serdana goristana pakrewanên Şengalê kirin ciwan di serdanê de mûm li ser hemû gorên şehîdan pêxistin û rizgarkirina Şengalê li hemû cangoriyan piroz kirin. Ciwanan piştre  berê xwe dan bexçeya Rêber Apo û li wir agirekî mezin pêxistin û li derdora vî agirî  bi rakirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û  tevî alên HPG, YBŞ û bi dirûşmeyan govend gerandin.

‘Bi saya şehîdan Şengal rizgar bû’

Endama jinên ciwan Remza Cemîl Şemo roja rizgarkirina Şengalê li her kesî pîroz kir û wiha got: “Roja rizgarkirina Şengalê em di serî de li şehîdên xwe pîroz dikin ji bo wê jî em îro hatine goristanê û mûman pêdixin. Ji ber ku bi saya van şehîdan Şengal rizgar bûye. Emê biçin bexçê Rêbertî û li wir jî emê agir pêxin û şahiya xwe bi dîlanan derdewam bikin. Berê jina Êzidî bindest bû lê piştî kû Şengal hate rizgarkirin êdî jina Şzidî gavên mezin û erênî avêtin, ew jî bi saya şehîdan bû.”

‘Rizgarkirina Şengal li şehîdan pîroz be’

Endama jinên ciwan Zîn Serdeşt jî di serî de şehîdên 74 fermanan bi bîr anî û wiha got: “Em di serî de şehîdên 74 fermanan bi bîr tînin û bejna xwe li himber wan ditewînin. İro em hatine goristana şehîdan em ji bo hemû şehîdan mûman pêdixin. Em di serî de hatin goristanê ji bo ku em rizgarkirina Şengalê li wan pîroz bikin, bi saya şehîdan Şengala me rizgar bû, pêwîste di serî de em li wan pîroz bikin. ji bo wê jî me beriya her tiştekî me mûm li vir pêxistin û em dibêjin rizgarkirina Şengal li şehîdan pîroz be.”

Şahî bi coş ta derengiya şevê bi dirûşm û dîlanan derdewam kir.