Ciwan bi kampanyayan li dijî şerê taybet hişyariyê ava dikin

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzişê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêva Bekir têkildarî bandora şerê taybet li ser ciwanan axivî û got: “Em ê ciwanên welatê xwe ji polîtîkayên şerê taybet biparêzin.”

SÎBÎLYA EL ÎBRAHÎM

Reqa – Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Dewleta Tirk her roj êrişî gund û bajarokan dike, gelê li vir dijîn dike hedef, jin û zarokan direvîne, xwezayê talan dike. Êrişên fizîkî yên li ser herêmê ji her alî ve dewam dikin, bi rêbazên şerê taybet hewl tê dayîn îradeya ciwan û jinan bê şikandin. Dixwazin bi rêbazên weke tiryak û fuhûşê li herêmê sîxurtiyê pêş bixin.

Li ser vê yekê Meclisa Ciwanan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li ser ciwanan, perwerde, kampanya û serdan li dar dixe.

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzişê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêva Bekir der barê polîtîkayên şerên taybet ên li ser ciwanan, tekoşîna li dijî van polîtîkayan ji ajansa me re axivî.

‘Rojane herema me bi êrişan re rû bi rû dimîne’

Hêva Bekir di destpêka axaftina xwe de bal kişand êrişên li ser heremê û wiha got: "Rojane herêma bi êrişan û destwerdanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî vê rû bi rû dimîne. Bi van binpêkirinan re gelek welatî tên qetilkirin û birîndar dibin her wiha binesaziya herêmê ziraran dibîne. Bi van êrişan dixwaze qerebalixî û tirs di dilê welatiyan de çêbibe. Li gel şerê leşkerî, şerê taybet jî heye li dijî gelê herêmê tê meşandin bi taybet li dijî ciwanan. Dijmin dixwaze mêjiyê ciwanan vala bike û fikrên li gor berjewendiyên xwe di mêjiyê wan de biçîne. Bi van kirinan dixwaze destkeftiyên şoreşê yên li ser bingeha neteweya demokratîk hatine bidestxistin têk bibe. Tevî van hemû binpêkirinan jî em bertekên gel ên redkirina van siyasetan dibînin."

‘Gelek alî dixwazin aramiya heremê xira bikin’

Hêva Bekir di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku pergala netewa demokratîk li tevahî cîhanê belav bûye û wiha gotinê xwe domand: “Pergala me li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye sepandin û li tevahî cîhanê belav bûye. Ev pergal pergalek herî guncaw e ji bo çareserkirina dozan û sepandina rewşa wekhevî û aramiya li herêmê. Dewleta Tirk an jî Hikûmeta Şamê û hemû aliyên destkeftiyên li herêma me baş nabînin hewil didin ciwanan ji cewher û civaka wan dûr bixin. Ev alî hewil didin beşa ciwanan bikin alav ji bo berjewendiyên xwe pêk bînin û wan dûrî rastiya wan bixin. Mînaka wê jî diyardeya çûyîna ciwanan ber bi dewletên Ewropayê ve ye."

‘Divê em ciwanan li dijî şerê teybet hişyar û perwerde bikin’

Hêva Bekir bal kişand ser kesayetên ciwanan û got ku ciwan bi şeklekî lez ji derdora xwe bandor dibin ji ber wê yekê me dît di demên dawî de gelek toreyên sîxurtiyê li herêmê bi destê xelkên herêmê derketin ji ber wê mirov dikare bêje dewletên Kapîtalîst hewil didin ciwanan biçewisînin û wiha pê de çû: “Tişta ji me tê xwestin em ciwanan derbarê vê siyasetê de hişyar û perwerde bikin. Ji perspektîfên me yên sereke em vê em ciwanan biparêzin ji ber wê me bi hemû rengan hewil daye wan hişyar bikin."

Hêva Bekir di dawiyê de ev yek got: "Em tu carî teslîm nabin, em ê ciwanên welatê xwe biparêzin û em ê wan perwerde bikin. Her wiha ji bo ciwanan ji metirsiyên hişbirê, zewaca temen biçûk, koçberî û hemû tiştên neyînî hişyar bikin em ê dest bi gelek pêngav perwerde û serdanan bikin."