Civaka Sivil bertek nîşanî dimenên tundî û îşkenceyê dan
Baskê Mafê Mirovan ya TTB, TIHV û IHD li dijî dimenên tundîtûjî û şîdetê ku li herêmê erdehê hatî jiyankirin bertek nîşan dan û bang kirin ku divê Tirkiye hiqûqa gerdûnî ku pejirandiye erkê wê bi cih bîne.
Stenbol – Baskê Mafê Mirovan ya TTB, Weqfa Mafê Mirovan ya Tirkiye TIHV, Weqfa Mafê Mirovan ÎHD der barê dimenên îşkenceyê ku li herêmên erdhejê di ragihandinê de xuya kir de daxuyaniyek hevpar ya nivîskî parve kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêmên erdhejê dimen û nûçeyên bi tirs û binpêkirinên mafê mirovan tên û bal lê hat kişandin ku pêwistî bi teyîtkirina dîmenên ku li ser medyaya dijîtal tên parvekirin heye.
‘Hêrsa bi heq, ber bi armancên xelet ve diçin’
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Serokomar Erdogan piştî erdhejê 35 saetan rewşa OHAL’ê îlan kir. Cihê fikarê ye bi îlankirina OHAL’ê re bi hêceta ku pêşî li talanker û diziyan bigre ev îdaeyên ihlalê di nûçeyan de gelek zêde bûye. Îro tişta ku herî pêwîst piştevaniya civakî ye, li beramberî hemû xwe dayîna der û gotinên bi idea, ji ber hêza gelemperî kêm maye û derengmayîna xebatên alîkariyê, ev jî bû encama zêdebûna mirinan. Di nava civakê de hêrsek ya bi heq, digînin armancên xelet. Bi xwe li dijî mexdurên erdhejê yên koçber û li dijî koçberan sucên kînê tê kirin. Bêyî ku belge aşkere be û rastiyek nebe gelek mirov weke talanker îlan kirin û hiqûq nexistine dewrê û serî li îşkence û nêzakatiyên din yên xirab dan, ev yek nayê qebulkirin.”
Li dijî binçavkirina heft rojan bertek
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku li herêmên ku OHAL lê hatiye îlankirin di karnemaya serkkomar de li ser sûcê talankirin û dizinê demê binçvakirinê hatiye zêdekirin û wiha hate gotin: “Binpêkirina qedexeya işkenceyê û heftiyek dirêjkirina binçavkirinê metirsiyek mezin e. Rayedar di çarçoveya hişyariya komîteya li dijî îşkenceyê ya NY (UNCAT) de Tirkiye hiqûqa gerdûnî ku pejirandiye divê erkê wê bi cih bîne û em Tirkiye daxwazî parastin û rêzgirtinê ji mafê mirovan re bigre dikin. Hemwelatiyên rastî îşkence û nêzakitiyên xirab hatine dikarin serî li saziyên me bidin. Ew îşkence û nêzakatiyên din yên ku hatine jiyan kirin were aşkerekirin û belgekirin. Em carek din nû dikin ku em ê erka xwe ya bi biryardarî ya di pêvajoya qanûnê de berdewam bikin.”
Ji OHD bang li baroyan
Weqfa Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) şûbeya Stenbolê li ser hesabê xwe ya twitterê derbarê piştî erdheja ku navenda wê Mereş û 10 bajarên Tirkiye jê bandor bûne, bûyerên îşkence, netewperstî, gotinên bi nefret û hedef nîşandanê de, dan zanîn ku serî li Baroya Stenbolê dane. Di parvekirinê de di serî de li Yekitiya Baroyên Tirkiyê (TTB), li baroya Stenbolê û baroyên din bang hat kirin ku li dijî rewşa bê hiqûqiyê bikevin nav tevgerê.