Cil û bergên Kurdî xemla jinan bedewtir dike

Nûrhan Fethî ev 4 sal in di dirûxaneya Lîlît a cil û bergên Kurdî de dixebite û niha jî berhemên xwe bi moralekî bilind di mîhrîcana wêje û hunera jinan de pêşkêş dike. Nûrhan dibêjê ku cil û bergên Kurdî xemal jinan bedew dike.

ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Li tevahî cîhanê her civak bi çand û kevneşopiyên xwe tên pênasekirin. Bi taybetî çanda lixwekirina cil û bergên folklorî, her yek ji wan herêma xwe dide nasîn. Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî çanda cil û bergan pir li pêş e. Di hemû şahî û cejnan de jin cil û bergan didirûn her wiha heya niha gelek dayik hene di nava jiyanê de jî cil û bergên Kurdî li xwe dikin. Girêdana jinan bi vê folklorê re, hatiye roja me ya îro û didome. Jina bi navê Nûrhan Fethî bi temenê (29) li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî û ev 4 sal in di dirûxaneya Lîlît a cil û bergên jinan de dixebite. Nûrhan bi berhemên xwe yên dirûtina cil û bergên kurdî beşdarî mîhrîcana 6’emîn a wêje û hunera jinan bûye.  
Bi munasebeta 8’ê Adarê Desteya Çand û Hunera Herêma Cizîrê bi dirûşma “Jin giyanê çandê vejîn dike” 6’emîn mîhrîcana wêje û hunera jinan li dar xist. Jin bi çand, huner û berhemên xwe beşdarî mîhrîcanê bûne. Têkildarî mijarê Nûrhan Fethî xebat û beşdarbûna xwe ya mîhrîhanê ji me re anî ziman. 
Di dirûnxaneyê de cil û bergên pêkhateyên cuda tên çêkirin
Nûrhan bal kişand ser xebatên dirûxaneyê û amadekariyên wan ên ji bo Roja Jinên Cîhanê û wiha got: “Ev 4 sal in li dirûxaneya Lîlîtê kar dikim. Piraniya karê me dikeve ber bi meha Adarê ve, ji ber di vê mehê de pîrozbahî û cejn pir in. Di dirûxaneyê de em cil û bergên hemû pêkhateyan didirûn. Jixwe rengê ku dirûxaneya me pê tê nasîn ew e ku rengê hemû pêkhateyan tê de tê dîtin. Bi keda 7 jinan me berhemên xwe ji cil û bergan aniye mîhrîcana wêje û hunera jinan. Cureyên modelên me cuda ne û hemû beşdarvanên jin berhemên me acibandin e.”    
 Berhemên destên jinan bi hezkirin tên çêkirin
Nûrhan bal kişand ser amadekariyên ji bo beşdarbûna mîhrîcanê hestên xwe û moral û wiha pêde çû: “Di navbera du hefteyan de me amadekariyên beşdarbûna mîhrîcana wêje û hunera jinan dikir, me hejmareke baş ji cil û bergan dirûtin, helbet zehmetiyên wê jî hebûn. Ji ber li aliyekî em cil û bergên jinan ên cejnê didirûn û li aliyê din jî me ji bo mîhrîcanê dirûtin dikir. Bi kêfxweşiya jinan re em westandinên xwe ji bîr dikin, ji ber em dizanin em dilê tevahî jinan şad dikin.”
 ‘Cil û bergên Kurdî xemla jinan bedew dike’
Nûrhanê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û bi van gotinan bi dawî kir: “Em ê du rojan berhemên xwe di nava mîhrîcanê de pêşkêş bikin. Em bi kêfxweşiyeke mezin tevli vê mîhrîcanê bûn, ji ber 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nêz dibe û hemû jin bi cil û bergên Kurdî vê rojê pîroz dikin. Cil û bergên me çanda me nîşan didin. Cil û bergên Kurdî xemla jinan bedew dikin.”