Cihê çareseriyê ji bo jinên Erzînganê Komeleya Jinan a Katre ye
Komeleya Şêwirmendî û Piştevaniya Jinan a Katre ku li Erzînganê piştgiriya psîkolojîk, hiqûqî û tenduristiyê dide jinên bajar, bi serlêdanên jinên ku rastiyê tundiyê hatine re têkildar dibe û bi wan dide hîskirin ku ne bi têne ne.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Erzîngan – Li Tirkiyeyê ji ber ku qetlîamên jinan roj bi roj zêde dibin, jin bi tora rêxistinbûnê li dijî tundiyê têdikoşin. Komeleyên jinan û pêkhateyên jin ên ku li hev dicivin û li dijî tundiyê xebatan dimeşînin, diyar dikin ku jin li dijî tundiyê bêçare nîn in. Yek ji van komeleyên ku vê xebatê didomîne jî Komeleya Şêwirmendî û Piştevaniya Jinan a Katre ye li Erzînganê xebatan dimeşîne. Jinên ku di sala 2013’an de weke plarform dest bi xebatan kiribûn, wek komele berdewam dikin, îro ji bo jinên ku hem li Erzînganê û hem jî li navçeyên derdorê dijîn piştgiriya derûnî û hiqûqî dide.
Di 11 mehên destpêkê de 25 serlêdanên tundiyê ji bo komeleyê hatin kirin
Yek ji xebatkarên Komeleya Şêwirmendî û Piştevaniya Jinan a Katre Îlknur Akbaba diyar kir ku beriya avakirina komeleyê bi çalakiyên kolanan û xebatên atolyeyê re hatin cem hev, da zanîn ku di Çileya 2019'an de biryara komeleyê girtine. Îlknur Akbaba, destnîşan kir ku 4 sal in hem ji bajar, hem jî ji navçeyên derdorê serlêdanên tundiyê digrin û da zanîn ku ji bo jinên serlêdan dikin piştgiriya profesyonel didin. Îlknur Akbaba diyar kir ku di 11 mehên ewil de 25 serlêdanên tundiyê girtine û bal kişand ku serlêdanên ji bo rewşa derûnî, fizîkî û aborî gelek zêde bûne.
'Her kes xwedî çîrokek e’
Îlknur Akbaba destnîşan kir ku di hevdîtinan tundiya fizîkî jî derdikeve holê û diyar kir ku her serlêdanek çîrokek xwe heye. Îlknur Akbaba da zanîn ku ji bo xwe bigihîjînin jinan bi taybetî li qadan xebatan dimeşînin û wiha axivî: “Ji ber ku em serlêdanên digrin bi gelemperî bi nêzikatiya perspektîfa femînîst digrin dest, piştgiriya ku jin ji me dixwazin çi bê, em wê esas digrin. Ger pêwîstî bi piştgiriya derûnînas hebe, derûnînasek ji bilî vê wek edlî daxwaza pi parêzer dişînin. Niha bi LGBTi’yî û zarokan re jî xebatan dimeşînin. Di vî warî de jî serlêdanên me çêdibe. Em di nava xwe de xebatên xwe yên atolye berdewam dikin. Di van du salên dawî de me der barê perwerdeyên ducanîbûn û tenduristiya zayendî de li qadê xebat meşand. Bi taybetî ji bo vê xebatê eleqeyek mezin ya jinan çêbû.”
'Jin ji me bawer dikin'
Îlknur Akbaba, diyar kir ku jinên li herêma Erzînganê ji saziyên fermî û xebatên wan zêdetir, baweriya xwe bi jinên qadê tînin û destnîşan kir ku jin piştî bawer dikin bi germî li komeleyê dinêrin. Îlknur Akbaba di berdewamiya axaftina xwe wiha wiha got; “Gava pêkanîna van mijaran li herêmê ji aliyê qeymeqamtî û şaredariyê ve bên piştgirîkirin, hêsantir dibe. Dema em hevpeyvînan pêk tînin her çiqas feraseta 'em van tiştan dikin, pêwîstî bi we nîn e’ hebe jî jin bi parvekirinên xwe bi me re dikarin tundiya ku dijîn bi nav bikin. Nikarin vê yekê di xebatên saziyên fermî de bînin ziman lê dema dibînin komeleyek jinan heye, dikarin hêsantir an jî bi baweriyek zêdetir nêz bibin. Xebatên me yên qadê li ser bingeha projeyê berdewam dike. Bi gelemperî em hewl didin xwe bigihîjînin jinan.”
Bang li jinan dikin
Îlknur Akbaba da zanîn ku ew ê li bajêr xebatên xwe bimeşînin û bang li jinan kir ku bi wan re bikevin nava têkiliyê. Îlknur Akbaba wiha got: “Em li seranserê Erzînganê ji bo jin dudiliya xwe bişkînin, diçin hevdîtin dikin komeleyê didin naskirin û dibêjin ku dikarin serlêdanê bikin. Niha du xebatkarên me yên hemdem û jinên dilxwaz hene. Jin gava tên û komeleya jinan dibînin cudahiya navbera wê û saziyên dewletê de baştir xuya dike. Di vê xalê de jin memnûniyeta xwe ji me re tînin ziman.”