Cîhan Xelîl: Beyannameya me temsîla hemû gelan dike

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Cîhan Xelîl beyannameya Rêveberiya Xweser a ji 9 xalan pêk tê û ji bo çareseriyeke mayinde û demokratîk a ji kirîza Sûriye re hat pêşkeşkirin nirxand û bal kişand girîngiya beyannameyê.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Bi armanca gihîştina çareseriyeke mayînde û demokratîk ji kirîza Sûriye re, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye di 19’ê Nîsana 2023’an de bi riya daxuyaniyekê beyannameyek ku ji 9 xalan pêk tê îlan kir. Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriye Cîhan Xelîl xalên ku di beyannameyê de hatin destnîşankirin nirxand.

‘Hewildanên derve ji bo çareseriyeke mayinde vala derketine

Cîhan Xelîl wiha dest bi axafina xwe kir: “Em dibînin hemû cîhan di nav kirîzan de jiyan dike û Rojhilata Navîn para herî mezin ji van kirîzan girtiye. Di van salên dawiyê de şerê li Ukrayna hate pêşxistin û tevlîheviyên ku derketin beşek ji kirîzên cîhanî bû. Li kêleka wê Rojhilata Navîn piraniya welatên wê di kirîzên aborî, siyasî û leşkerî re derbas dibin. Hewildanên derve ji bo çareseriyeke mayinde vala derketine, her wiha destûr û çareseriyên ku pêşkêş dikirin xizmeta civakê nedikir tenê diketin bin ban bercewendiyan de. Bi sedema gelek mijarên şaş û pirsgirêkên aborî û siyasî Sûriye serkêşiya vê kirîzê kiriye û hîşt gelê wê bi pirsgirêkên weke koçberiyê re rû bi rû bimîne. Weke Rêveberiya Xweser a Demokratîk me ev rewşên tevlîhevî hemû berhevkirin û xwest beyannameya çareseriyê pêşbixin, pêre jî hemû netewên di herêmê de û partiyên wê yên siyasî jê re xwedî nêrîn û biryar bin. ”

‘Beyanname berjewendiyên gelan dide pêş’

Cîhan Xelîl bal kişand li ser naveroka beyannameya  ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve hatiye îlankirin û wiha pêde çû: “Beyannameya me li ser 9 xalên bingehîn ku pirsgirêka Sûriye çareser dike pirinsîbên wê hate dayin û weke proje hatiye pêşkêşkirin. Li ser prensîbên têkoşîn, xebat, Netewa Demokratîk û siyaseta rast di aliyê civakî de me ev proje amade kiriye. Yek ji prensîbên me ku pêwîst e yekîtiya xaka Sûriye were çêkirin, her wiha di aliyê koçberan de û sînorên tîcaretê de ji bo aboriya tevahî xaka Sûriye geş bibe me projeya wê amade kiriye. Li ser esasê Sûriyeke ne navendî û demokratîk em xebatê xwe didin meşandin. Di demeke wiha de ev beyanname pir girîng bû, em dikarin balê bikşînin li ser sedemên ku hîşt çareserî ji kirîza Sûriye re neyê dayin ji ber projeyên hatin pêşkêşkirin îradeya hemû gelan tê de tune bû û hemû aliyên siyasî di mijara siyaseta demokratîk de lawaztiyekê jiyan dikin. Mijara din jî yên serkêşiyê ji siyaseta demokratîk re dikin kurd in û kurd jî di nav projeya çareseriyên wan de tune bû. Heya niha beyannameya me erêniyeke baş di asta welatan de girtiye, dibe nebû rojev lê encamên wê heya niha baş in di aliyê qebûlkirinê de. Beyannameya me çareseriyeke siyasî, civakî demokratîk e û temsîla hemû gelan dike. Beyannameya ku hatiye pêşxistin temamî ne ji destkeftiyên me yên berê re ku gelê Kurd jî bigihêje mafê xwe û îfadeya xwe ya sereke tê de bibîne.”

 ‘Jin beşeke esasî ye di projeya me de

Cîhan Xelîl destnîşan kir li ser helwesta aliyên ku ev beyanname bi wan re hatiye parve kirin, her wiha serkêşiya jin ji beyannameyê re nirxand û wiha anî ziman: “Ev beyanname di asta giştî de bi MSD, partiyên siyasî û gelek aliyên derve re hatiye parve kirin. Nîqaşên ku hatin kirin û têne kirin di domandinê de ne.  Di serkêşiya van hemû nîqaşan de jin esas e ji ber jin jî beşeke esasî ye di projeya me de û pêwîst e di despêkê de doza jin were esas girtin. Têkoşîna jin ji bo azadî û demokrasiyê di domandinê de ye û aktîfbûna wê ji bo mijarên siyasî û çareseriyên wê di asta herî jor de ye. Em dixwazin di warê piratîkê de vê projeyê pêk bînin û gavên me yên pêşerojê wê vê baş bide teyisandin. Her çiqas siyasetên lihevkirinê li dijî projeya me hebin û nekevin xizmeta çareseriyan de, wê îsrara me dewam bike heya çareseriyeke mayinde ji bo hemû gelê Sûriye bê dîtin.”