CFWIJ: Li Tirkiyê êrîşên ser rojnamevanên jin zêde bûye
CFWIJ’ê têkildarî binpêkirina mafê rojnamevanên jin li Tirkiye û cîhanê daxuyanî da û giyar kir ku her diçe li Tirkiyê êrîş ser rojnamevanên jin zêde dibe.
Navenda Nûçeyan- Di Rojnamevantiyê de Komîsyona Jin (CFWIJ), têkildarî binpêkirinên mafên rojnamevanên jin ên li Tirkiye û cîhanê, li ser êrîş û tehdîdên rû bi rû tên, daxuyaniyek da. CFWIJ’ê di daxuyaniyê de bilêv kir ku ewê her dem parêzvanê mafê jinên rojnamevanbin.
“Rojnamegerî nesuce”
Di daxuyaniyê de hat zanîn ku di demê dawî de li Tirkiyeyê jinên rojnamevan ji ber xebatên xwe yên nûçegihaniyê û parkirina nûçeyên xwe lêpirsîn li ser wan hatine destpêkirin û lêpirsîn veguherîne darezandinê û ev tişt hate gotin: “Ji serê sala 2021’ê ve li Tirkiyeyê bi kêmanî 55 dosyayên dozên cuda di derbarê jinên rojnamevan de hatine vekirin û dişopînin. 85 jinên rojnamevan bi hinceta sûcên ‘teror’ û sûcên cuda, derketine pêşberî dadgehê. Ji serê meha Îlonê ve şopdarên dozên 3 jinên rojnamevan kir. Yek ji mînakên vê yên herî dawî jî nûçegihana Rojnameya Yolculuk Bûse Sogutlu ye.”