Cezayîr bi pêleke berfireh a agirê daristanan re rûbirû ye
Li gel ku pêla germahiyê ji 50’î pileyî derbas bûye û bayê xurt bandorê dike, li Cezayîrê agirê daristanan belav bûye. 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 150’î xaniyan zirar dîtin û nexweşxaneyek hat valakirin.
Navenda Nûçeyan– Di van rojên dawî de Cezayîrê bi pêleke berfireh û mezin a agirê daristanan re rûbirû ma. Ev pêla berfireh a agir wekî yek ji bûyerên herî mezin di nava salên dawî de tê dîtin ji ber ku agir gihîşt dehan bajarên bakur û rojhilatê welat. Di encamê de zirarên canî û madî çêbûne. Her wiha tîmên agirkujiyê di bin bandora germahiyê û bayê xurt de têdikoşin da ku agir bixin bin kontrolê û vemirînin.
Bi dehan bajar di nava agir de ne
Operasyonên vemirandina agir ku ji nêzî hefteyek ve li Cezayîrê berdewam dikin, didomin. Li gelek bajarên cuda hê jî agir pêketiye, bi taybetî li bajarên Ennaba, El-Tarîf, Skîkda, Qalima û Sûqehras. Ev herêm xwediyê rûberên berfireh ên daristanan in û ji ber bayê xurt û germahiya bilind, agir bi lez di nava wan de belav bûye.
Valakirina nexweşxaneyek û taxên niştecihbûnê
Bajarokê çiyayî yê Serayîdî ku dikeve nava sînorên bajarê Ennabayê, bû yek ji herêmên herî zêde ku bandorê bûye. Piştî ku zozanên agir nêzî herêmên niştecihbûnê û saziyên tenduristiyê bûn, ev yek bû sedem ku nexweşxaneya herêmî ji bo tedbîran bê valakirin. Her wiha operasyonên valakirinê ji bo niştecihên gelek tax û gundên ku ji ber agir di metrisiyê de bûn, hatin pêkanîn.
Bi sedan kes birîndar bûn zirarên mezin ên madî çêbûn
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, duh, zêdetirî sed kesên birîndar rakirine navendên tenduristiyê. Piraniya wan ji ber xeniqandinê yan jî birînên sivik ên ji ber dûman û agir bûn. Hejmarên destpêkê nîşan didin ku nêzî 150 xanî tenê li herêma Serayîdî zirar dîtine, di demekê de ku komîteyên pispor ji bo diyarkirina qebareya zirarên madî xebatên xwe didomînin.
Wezareta Karên Hundir: Hejmara miriyan gihîşt şeş kesan
Li aliyê din, Wezareta Karên Hundir ragihand ku ji dema destpêkirina pêla agir ve ku gelek bajar girtine bin bandora xwe, hejmara qurbaniyan gihîşt şeş kuştiyan. Parastina Sivîl jî ragihand ku di nava kêmî du hefteyan de nêzî hezar û 550 agir hatine tomarkirin; hejmarek ku berfirehbûna rûbera agir a li seranserê kembera bakurê welat nîşan dide.
Têkoşîna li dijî agir di nava germahiya 50 pileyî de
Li gorî daxuyaniyên herî dawî yên Parastina Sivîl, 82 nuqteyên agir hê jî li 24 bajaran di qonaxa vemirandinê de ne, di dema ku tîmên destwerdanê karîne dehan agiran kontrol bikin. Ev yek tevî pêla germahiyê ku li hinek herêman ji 50 pileyên Selsiyûs derbas bûye û bayê xurt pêk hat. Ev yek jî li pêşiya xebatên vemirandinê bûn astengî û agir li gelek nuqteyan belav bû.
Lêpirsîn berdewam dikin
Hê jî lêpirsînên ewlehiyê yên der barê sedem û faktorên agir de didomin ka sedem xwezayî yên bi pêla germahiyê ve girêdayî ne, yan jî hinek ji wan ji ber destên mirovî û bi zanebûn hatine derxistin, berdewam dikin.
Ji bo pêşxistina pergala parastinê bang li pisporan hat kirin
Çend sal in li ser hev agir bi daristanan dikeve û li Cezayîrê daristan dişewitin. Di van şewatan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran hektar daristan, zeviyên çandiniyê û xaniyan wêran bûn. Vê yekê careke din daxwazên pispor û nêrînên parêzvanên jîngehê anî rojeva sereke ku pêwîst e pergala parastinê û bersivdayîna karesatên xwezayî bê pêşxistin, mekanîzmayên hişyariya zû werin avakirin, rêveberiya daristanan bên xurtkirin da ku di pêşerojê de rê li ber dubarebûna van karesatan bê girtin.