Cezayên nû yên YE ji bo sûcdarên tundiyê

Bi pakêta nû ya ku hat qebûlkirin, YE’ê cara pêşîn dest bi sepandina cezayan sûcdarên tundiya li ser jinan kir.

Navenda Nûçeyan - Yekîtiya Ewropayê (YE)Bi însiyatîfa Hollandayê cara yekeme ku biryar da li ser sûcdarên tundiya zayendî ya li dijî jinan ceza bisepîne.

Di pakêta cezayên ku îro hat qebûlkirin de kes û rêxistinên ku jinan cuda dikin jî hene. Ji ber tundiya zayendî û cudakariya li ser jinan, 9 kes û 3 sazî ji Afganîstan, Îran, Rûsya, herêma di bin dagirkeriya Ûkraynayê, Myanmar, Sûdana Başûr û Sûriyeyê de di lîsteya cezayan Yekîtiya Ewropayê de cih girtin. Tê payîn ku navên kes û rêxistinên di lîsteya cezayan de cih digirin bên eşkerekirin.

Li gorî Komîsyona Ewropayê, destavêtin û tundiya zayendî ya li dijî jinan li herêmên şer ên wekî Ukrayna û Sûdana Başûr pir belav tê jiyîn. Her wiha li welatên wek Afganîstan û Îranê mafên jinan bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Dema ku sûcdarên tundiya zayendî bi bêcezayê hatin xelatkirin, hat destnîşankirin ku bi biryara cezakirinê dixwazin nîşan bidin ku binpêkirinên mafên mirovan ên welatên Yekîtiya Ewropayê bê encam nînin.

Biryara cezayê çi digre navxwe?

Hesabên bankayên Ewropayê yên kes û rêxistinên ku di lîsteya cezayan de cih digirin dê bên cemidandin. Li aliyê din li ser navên di lîsteyê de qedexeya bazirganiyê û çûnûhatina welatên Yekîtiya Ewropayê dê bê sepandin. Tê fikirîn ku ev ceza ji bo sûcdarên tundiya zayendî re peyamek eşkere ye ku ew nikanin ji vê yekê xilas bibin.