Cezayê girtîgehê yê li Maneja Seddîqî hat birîn rastî bertekan hat

Endamên Tevgera Şemiyê ya Bûr li hemberî cezayê 2 sal ê girtîgehê ku dadgeha Talîbanê li çalakvana mafên jinan Maneja Seddiqî hatibû birîn, bi daxuyaniyekê daxwaz kirin ku demildest Maneja Seddiqî ya hatiye îşkencekirin were berdan.

Navenda Nûçeyan – Ji dema ku Talîbanê Efganistan dagir kiriye ve heta niha di hemû warên jiyanê de li dijî jinan gelek binpêkirin hatine kirin. Çalakvana mafên jinan Maneja Seddiqî jî ji aliyê dadgeha Talîbanê ve 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di 27’ê Sibatê de endamên Tevgera Şemiyê ya Purple bi daxuyaniyek li ser medyaya dîjîtal a X bertek nîşanî cezayê hatiye birîn dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Parazvana mafên jinan Maneja Seddîqî ji aliyê dadgeha Talîbanê ve bi neheqî 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Hat ragihandin ku Maneja Seddiqî hefteyê carekê bi şoka elektrîkê rastî îşkenceyê tê, nikare sûdê ji xizmetên tenduristiyê bigre. Parêzerê wî tune ye. Tê xwestin ku Maneja Seddiqî demildest bê berdan. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, civaka navneteweyî, rêxistinên mafên jinan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dikin ku zextê li koma Talîbanê bikin."

Banga destwerdana lezgîn

Rêxistina Hevkariya Jinan a Efganî herî dawî ev biryara dadgeha Talîbanê weke 'neheqî' bi nav kir û ji bo serbestberdana Maneja Seddîqî banga destwerdana lezgîn li parêzvanên mafên mirovan, sazî û rêxistinan kir.

Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navnetewî di 27ê Sibatê de daxwaza serbestberdana bê şert û merc a Maneja Seddîqî ji zindana Talîbanê kiribû û gotibû; “Maneja Seddîqî bêyî ku bi sûcekî were sûcdarkirin, hatiye girtin. Divê Talîban tavilê kiryarên ji bo çewisandina jinên Efgan ên ku ji bo parastina mafên xwe radibin rawestîne."

Rêxistina mafên mirovan a bi navê “Faridam No” jî daxwaza azadkirina bê şert û merc a Maneja Seddîqî ji zindana Talîbanê kir.

Wê sewqî girtîgeha girtiyên ji sûcên xeternak kiribûn

Maneja Seddiqi, çalakvana mafên mirovan li Efganistanê, di 9’ê Cotmeha 2023’yan de li bajarê Kabulê winda bûbû. Piştre Talîbanê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku Maneja Seddiqî di girtîgehê de ye. Hat ragihandin ku Maneja Seddiqî di 5ê Kanûnê de sewqî girtîgeha Polçarxî ya li rojhilatê Kabulê ku bi gelemperî girtiyên xeternak lê tên girtin hatiye kirin.