Edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz beraet kir

Edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz di danişîna duyem a doza bi daxwaza 22,3 sal cezayê girtîgehê dihat darazandin de, beraet kir.

Navenda Nûçeyan- Duyemîn danişîna doza edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Nadiye Gurbuz ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, hat dîtin.

Di danişîna duyemîn ku li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin de, parêzerên Nadiye Gurbuz amade bûn. Piştî eşkerekirina mutalaya der barê dozê de, heyeta dadgehê biryara beraetê da.

Nadiye Gurbuz di çarçoveya operasyona ku navenda wê Eskîşehîr Stenbol bû, di sala 2023’an de li dijî Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Partiya Sosyalîst ya Bindestan (ESP) hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin û şandibûn girtîgeha hejmar 9 a Silivriyê. Nadiye Gurbuz bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ bi daxwaza 22,5 salê cezayê girtîgehê dihat darizandin.