Cezayê girtîgehê yê ji berdevka TJA Ayşe Gokhan re hat erêkirin
Dadgha Edliyeyê ya Herêma Amedê, 22 sal û 6 meh cezayê li Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hatibû birîn, erê kir.
Navenda Nûçeyan – Daîreya Cezayê 9’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê cezayê li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hatibû birîn erê kir. 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ye bi giştî 19 sal û 6 meh û ji îdiaya ‘propaganda rêxistinê’ 3 sal cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan birîbû. Daîreya Cezayê 9’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê cezayê li Gokkan hatibû birîn erê kir.
Parêzerên Gokkan li dijî cezayê li miwekîla wan di 20’ê cotmeha 2021’ê de hatibû birîn îtîraz kirin. Daîreya Cezayê 9’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê îtîrazê nirxand û serlêdana îstînafê ji esasê red kir.
Dadgeha Îstînafê îtîraza li dijî girtina Gokkan hatibû girtin jî bi hêceta ku dê şertê kontrola edlî kêm bimîne, îtîrazê qebûl nekir û biryara berdewamiya girtina Gokkan da.
Çi bûbû?
Di dema serokatiya şaredariya Nisêbînê de ji ber vedana ‘Konê çareseriay demoqratîk’ Ayşe Gokhan jî din av de derbzrê nêzî 100 kesan de bi îdeaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatibû vekirin. Di dozê de tenê ceza dan Ayşe Gokhan. Dozagrî di dozê de çûn xirakirinê û xwestin ji sûcê ‘bi zanabûn û xwestek alîakriya rêxistinê kiriye’ were cezakirin, doz rêkirin dadgeha cezayê giran a 9’emî ya Amedê. Doz ji ber bejdariya Ayşe Gokhan ya çalakî û mîtingan bûye hatî vekirin bi doza ‘avakirina rêxistin û rêberin’, ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propagandaya rêxistinê’ kiribûn yek.