Cezayê girtîgehê li rojnameger Bêrîtan Canozer hate birîn

Di danişîna doza rojnameger Bêrîtan Canozer de ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Navenda Nûçeyan – Danişîna doza rojnameger Bêrîtan Canozerê ku ji ber parvekirinên ser medyaya dijîtal ên di sala 2015’an ên têkildarî qedexeya derketina kolanan a li Sûr a Amedê de tê darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Bêrîtan Canozer neçû danişînê lê parêzerê wê Muharrem Erbey amade bû.

Parêzer Muharrem Erbey di danişînê de got ku rojnamegeriya li herêmê weke sûc tê hesibandin û bûyerên tên ragihandin weke sûc tên nîşandan. Muharrem Erbey, got ku hêmayên sûc ên madî û manewî çênebûne û daxwaza beraetê ji bo miwekîla xwe kir.

Heyeta Dadgehê jî biryara xwe eşkere kir û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh cezayê girtîgehê da Bêrîtan Can ozer. Dadgehê, biryara taloqkirina cezayê betal kir û biryar da ku hukm were bicîkirin.