Cezayê girtîgehê li Ayşe Gokhan hat birîn
Berdevka TJA Ayşe Gokhan ji ber di sala 2011’an de ‘Konê çareseriyê’ danabû bi ideaya ‘bi zanabûn û xwestek alîkariya rêxistinê kiriye’ 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Amed- Li navçeya Nisêbin ya Mêrdînê di sala 2011’an de di baxçeyê navenda çandê ya Mitanî a girdayî şaredariyê ‘Konê çareseriyê’ danî. Di derbarê seroka şaredariya Nisêbinê ya wê demê Ayşe Gokhan de bi îdeaya ‘bi zanabûn û xwestek alîakriya rêxistinê kiriye’ ji doza ku lê dihat darazandin cezayê girtîgehê lê birîn.
Dadgeha cezayê giran a 9’emîn ya Amedê cezayê 7 sal û 6 meh yê girtîgehê li Ayşê Gokhan birî, ji ber nehevgirtia ji aliyê dozger ve hate xirakirin, doza ku cardin hatî dîtin di danaşîna biryarê de, Ayşê Gokhan ji gîrtîgeha girtî a jinan ya Sîncanê ku lê dimîne li ser sîstema deng û dimen (SEGBIS) beşdar bû. Di parastina xwe ya bi Kurdî de, Ayşê Gokhan diyar kir ku ji destpêkê ve dadgehê bê alîbûna xwe ji dest daye, derbarê vê de bi caran red di daxwaza dadwerê deye û got: “Ez vê dagehê, heyeta wê, serokê wê heta karmendên wê red dikim.”
Ayşê Gokhan îfade kir ku parastina ji 20 pelan pêk tê şandiye dadgehê û derbarê parastinê de tiştek din ku lê zêde bike nîn e û îfadeya ku ‘Jin Jiyan Azadî nayê darazandin’ bikar anî.
Parêzeran parastin kirin red kir
Parêzerê Ayşe Gokhan Muherem Şahîn da zanîn ku dadgeh parastinê asteng dike û daxwaza muwekulê wê ya parastina bi zimanê Kurdî bike bi caran hate redkirin, li rûxmê ku pirsgirêka bihîstînê jiyan dike li ser sîstema SEGBIS girtin danaşînê û parêzer ji dadgehê derxistin û ji ber van sedeman mafê parastinê hatiye sînordarkirin. Muherem Şahîn bi bîrxist ku ji ber wê jî parastinê nakin û dadgeh şiband tiyatroyê û wiha got: “Hem di dadgehê de hem jî ji derve ji ber rewşa ku em rastî hatine mafê me yên parastinê hatiye astengkirin. Heyeta dadgehê wê biryarek li gora hiqûqê nedin û em vê darazandinê weke tiyatroyekê di nirxînin. Derbarê doza me de tu giringiya darazandinê nîne, parastina mafê muwekula jin, parastina wekheviya jin û azadiyê ye û parastina mafê bingehîn yê Kurd û azadiyê ye. Dû esasê ku muwekula min were daarzandin heye, ji ber jin û Kurde, divê eve wisa were zanîn. Ji derveyî vê darazandina ku were kirin bê hiqûqiye. Lêpirsîn ji ber propagandayê hatiye kirin, di qanûnên me de tiştekî bi navê alîkarîkirina propagandayê nîne. Ji ber vê sedemê ji bo ku em parastina xwe li dadgehên bilind bikin em ê li ser esasê, parastina xwe nekin."
‘Jin azadî û jiyan nayê darazandin’
Ji parêzerê Gokhan Ozum Vurgun destnîşan kir ku nêzîkatiyên nebaş ên dadgehê li beramebrî wan û muwekula wan wiha rêz kir û got: “Li vê dadgehê hiqûq nayê axaftin, li vê dadgehê felsefeya hiqûqê jî nayê afatin. Yên li beramberî me, ne hiqûqî, siyasî nêzê bûyeran dibin, ne tenê ji ber bûyerên siyasî, ji ber Kurdin. Em li beramberî ew dadegah ku me red kiriye parastinê nakin.”
Gokkan li ser pirsa gotina dawî got, "Ez dadgehê red dikim, jin, azadî û jiyan nayên darizandin, bersîv da."
Cezayê girtîgehê lê hat birîn
Heyeta dadgehê bi îdiaya ‘bi zanabûn û xwestek alîkariya rêxistinê kiriye’ 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Gokkan birî.