Cezayê Garîbe Gezer a hat qetilkirin ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin!

Cezayê muebbetê yê giran ê Garibe Gezer a piştî îşkenceya li hucreya yekkesî li Kandirayê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da, hat erêkirin.

Navenda Nûçeyan- Garîbe Gezer a ku di sala 2016!an de ji ber qedexeya derketina derve ya li navçeya Kerboran (Dargeçît) ya Merdînê dema diçû Kutahyayê hatibû binçavkirin, piştre hat girtin.

Di 4'ê Çileyê 2016'an de bi Garibeyê re 4 kes bi iddiaya "Xerakirina yekîtiya dewletê, endamtiya rêxistinê ya bi çek, dizî, dijberiya li hember zagona 6136'an" hatin darizandin û rûniştina doza li çar kesan hat vekirin bi hinceta "ewlehiyê" li Wanê hat dîtin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Wanê bi biryara di 17'ê Gulana 2019'an de bi îddiaya "Xerakirina yekîtiya dewletê" daxwaz kir cezayê muebbetê li Garibeyê bê birîn.

Dadgeha Bilind cezayê di 29'ê Adarê de erê kir

Daîreya Cezayê 3'yemîn a Dadgeha Bilind a haya wê ji qetilkirina Garibeyê tune ye cezayê muebbetê yê giran ê Garibe Gezer erê kir. 

‘Ceza ji aliyê hiqûqî ne jî ji aliyê wijdanê nayê qebûlkirin’

Parêzerên Garibeyê bertek nîşanî ceza dan û gotin tevî Garibeyê jiyana xwe ji dest daye jî ceza hatiye erêkirin û ev ne ji aliyê hiqûqî ne jî ji aliyê wijdanê nayê qebûlkirin. Parêzeran dan zanîn divê ev ceza bi awayê hiqûqî bê betalkirin.